Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Ermeniyan derbarê êrişa Îranê ya li çeperên Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir.
Partiya Yekîtiya Ermeniyan di daxuyaniya xwe ya ku li ser Facebookê belav kiriye de ev êriş bi tundî şermezar kir û wekî "kiryareke nemirovane" bi nav kir.
Navenda Partiya Yekîtiya Ermeniyan li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Daxuyaniya Partiya Yekîtiya Ermeniyan a li ser şehîdketina 6 Pêşmergeyan wiha ye:
"Partiya Yekîtiya Ermeniyan sersaxiyên xwe yên kûr ji gelê dost ê Kurd û ji Serok Mesûd Barzanî re radigihîne.
Ev yek piştî şehîdketina komek şervanên Pêşmerge di encama êrişa balafirên Îranê ya li ser çeperên wan de tê ragihandin.
Partiya me ev nûçeya trajîk bi xemgîniyeke kûr wergirt.
Em şermezarkirina vê êrişê bi kûrahî diyar dikin.
Em vê yekê wekî kiryareke nemirovane, li dijî nirxên exlaqî û prensîbên mirovî dibînin.
Ev êrişeke eşkere ye li dijî wan hêzên ku jiyana xwe ji bo parastina ax û gelê xwe terxan kiriye.
Em wekî Partiya Yekîtiya Ermeniyan hevgirtina xwe ya temamî bi gelê dost ê Kurd û serokatiya wan re di vê trajediya mezin de piştrast dikin.
Em xemgîniya we ya ji bo windakirina van şehîdên qehreman ên ku jiyana xwe ji bo parastina rûmet û azadiyê dane parve dikin.
Em ji Xwedê rehmê ji şehîdan re, ji malbatên wan re sebir û aramiyê û ji hemû gelên herêmê re ewlehî û aramiyê dixwazin."
Wezareta Pêşmergeyan îro ragihandibû ku berê sibeha îro Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama vê êrişa giran de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse