Tuncer Bakirhan êrişa li ser Pêşmergeyan şermezar kir: Dilê me li Hewlêrê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Pêşmerge Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan êrişa li dijî Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û got, “Dilê me li Hewlêrê ye.”

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.

Di encama vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

"Dilê me li Hewlêrê ye"

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê de daxuyaniyek da.

Tuncer Bakirhan êriş bi tundî şermezar kir û got:

"Îro sibehê li herêmeke ku girêdayî Hewlêrê ye, êrişek li dijî yekîneyeke Pêşmergeyan hat kirin.

Ez vê êrişê bi tundî şermezar dikim.

Ez ji Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye re rehma Xwedê dixwazim.

Ji gelê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan re sersaxiyê dixwazim.

Her wiha ez ji bo Pêşmergeyên birîndar jî daxwaza şifayê dikim."

"Em qebûl nakin Kurd bibin parçeyekî şer"

Bakirhan bal kişand ser metirsiya li ser herêmê û anî zimên:

"Ev êriş beşek ji planeke berfireh e ku armanca wê ew e erdnîgariya Kurdistanê bikişîne nav şerekî herêmî.

Li dijî van êrişên qirêj helwesta me hem ji aliyê mirovî hem jî ji aliyê siyasî ve pêwîstiyek e.

Em qebûl nakin ku Kurd bibin parçeyek ji şerên herêmî.

Li hemberî van êrişan em dê bi hev re bisekinin û têkoşîna xwe ya hevpar bi biryardarî bidomînin.

Dilê me li Hewlêrê ye, em li gel xwişk û birayên xwe ne û em dê her tim li kêleka wan bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst