Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa bi mûşekan a Îranê ya li dijî Pêşmergeyan got, "Em bi tundî wê êrişa bi mûşekan a Îranê şermezar dikin ku baregehên Hêzên Pêşmergeyan ên li Soranê kirin armanc."
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê vê êrişa Îranê daxuyaniyek da.
Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku di encama êrişê de hinek Pêşmergeyên qehreman şehîd ketine û birîndar bûne û got:
"Em sersaxiyê ji malbat û xizmên serbilind ên şehîdan re dixwazin û hevparên xema wan in.
Her wiha em ji bo birîndaran jî daxwaza şifaya bilez dikin."
"Em ne gef in li ser welatên cîran"
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aramiyê bûye û wiha pê de çû:
"Em pêbendî siyaseta tevlînebûn û dûrketina ji nakokiyan in.
Em bi ti awayî li ser asayîşa welatên cîran ne gef in.
Loma ev êriş, li ser serweriya welêt destdirêjiyeke dijminkarane ya rasterast e.
Ti hinceta vê êrişê nîne û bi temamî beravajiyê prensîbên cîrantiya baş e."
Banga li Bexda û civaka navneteweyî
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de bangî Hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî kir û got:
"Em ji Hikûmeta Federal a Îraqê û civaka navneteweyî dixwazin ku hewlên xwe zêdetir bikin.
Divê rê li ber dubarebûna van destdirêjiyan were girtin û serweriya axa Îraq û Herêma Kurdistanê were parastin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse