Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber zîpikê zerer û ziyaneke mezin gihîşt zeviyên çandiniyê.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber guherînên tund ên avhewayê yên di 48 demjimêrên borî de, ziyaneke mezin gihîştiye zeviyên çandiniyê yên li gelek deverên çoltera Hisîçayê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, bahoza zîpikê li gundên navçeya Holê ya li rojhilatê çoltera Hisîçayê û her wiha li devereke berfireh a çoltera Dirbêsiyê ya li bakurrojavayê Hisîçayê daye.
Di encamê de ziyan gihîştiye bi sedan hektar zeviyên çandiniyê.
Li gorî agahiyan, ziyan bi taybetî gihîştiye zeviyên genim, ceh, kemûn û gijnîjê.
Zîpika ku gelekî bariyaye, bûye sedema şikestina qurmên dexl û danê şîn û têkdana berên wan di qonaxeke hestyar de.
Ev yek jî dibe sedema kêmbûneke mezin a berheman û her wiha ziyanên mezin digihîne cotkarên ku debara xwe bi van berheman dikin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, cotkarên van deveran bangî aliyên pêwendîdar û rêxistinên navneteweyî yên ku di sektora çandiniyê de dixebitin dikin.
Cotkar daxwaz dikin ku komîteyên pispor ji bo texmînkirina rast a ziyanê werin destnîşankirin û piştgiriyeke lezgîn pêşkêşî cotkarên ku ziyan dîtine bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse