Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî di salvegera bombebarana navçeya Qeladizê ya parêzgeha Silêmaniyê de peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand:
"Îro em bi rêz û rûmet salvegera 52yemîn a qurbaniyên bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr tînin.
Ew tawan 24ê Nîsana 1974an ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê ve hat kirin û tê de bi dehan xwendekar, mamoste û welatiyên bêguneh şehîd ketin û birîndar bûn."
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:
"Armanckirina zanîngehê wekî navendeke zanistî û bajarê Qeladizê wekî navendeke niştimanperweriyê, hewleke bêencam a rejîmê bû ji bo têkşikandina îradeya gelê Kurdistanê.
Lê xwîna şehîdan, bû hêzeke zêdetir ji bo tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û karwanê wê yê ber bi azadiyê ve xurtir kir."
"Qeladizê û Pişder hêjayî baştirîn xizmetê ne"
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin:
"Di vê bibîranînê de, em serê xwe bi rêz û rûmetê li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û silavan ji malbatên wan ên serbilind re dişînin.
Em teqez dikin ku Qeladizê û Pişder ku her tim keleheke qayîm a şoreş û qurbaniyê bûne, ji her aliyekî ve hêjayî baştirîn xizmet û girîngîpêdanê ne."
Sala 1974an, rejîma Beasê bi balafirên şer êrişî Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê kir ku ji bo wî bajarî hatibû veguhastin.
Di encama wê êrişê de zêdetirî 100 kesî şehîd ketin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse