Hewlêr (Rûdaw) - Tevî agirbesta Amerîka û Îsraîlê ya li gel Îranê, êrişên bi dron û mûşekan ên li Herêma Kurdistanê didomin.
Ji piştî agirbestê ve Herêma Kurdistanê bi 37 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Di encama wan êrişan de 4 Pêşmerge û welatiyekî Rojhilatê Kurdistanê şehîd ketin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gorî lêkolînên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê heta îro Herêma Kurdistanê bi 740 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Di encamê de 21 kes şehîd ketine û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûne.
Êrişên herî dawî
Roja pêncşemê saet 22:45an, bi 3 dronan baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li parêzgeha Hewlêrê hat bombebarankirin. Di encamê de 3 Pêşmergeyên wê partiyê birîndar bûn.
Şeva pêncşemê, 2 dron li nahiyeyên Basirme û Rizgariyê yên parêzgeha Hewlêrê hatin xistin.
Roja çarşemê derdora saet 13:30î, bi 2 dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Di êrişan de ziyanên canî çênebûne."
Her heman rojê saet 01:24an, bi 4 dronan baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li parêzgeha Hewlêrê hat bombebarankirin.
PAKê ragihand ku 5 Pêşmergeyên wan birîndar bûne.
Şeva çarşemê dronek li nêzîkî herêma Berzêweyê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ji aliyê balafirên şer ên Hevpeymanan ve hat xistin.
Amarên nû yên êrişan li gorî parêzgehan:
Parêzgeha Hewlêrê: 590 dron û mûşek
Parêzgeha Silêmaniyê: 122 dron û mûşek
Parêzgeha Dihokê: 26 dron û mûşek
Parêzgeha Helebceyê: 2 dron
Ziyanên êrişan
Li gorî amaran, di encama êrişan de ji 28ê Sibatê ve 21 kes şehîd ketine û 104 kes jî birîndar bûne.
Ji wan kesên ku şehîd ketine, 7 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê bûn ku li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê şehîd ketin.
Yek ji wan karmendekî asayîşê bû ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ketin, 2 ji wan hevjînên hev bûn û li mala xwe şehîd ketin.
9 ji wan Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn û yek jî kurê Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê bû.
Bi giştî 4 li Hewlêrê, 3 li parêzgeha Silêmaniyê û her 2 yên din jî li navçeya Başîkê ya Nînowayê şehîd ketin.
Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Li gorî amarên Rûdawê, beşek ji birîndaran ji 30 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge, 2 parêzvanên taybet li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Otela Tîtanîkê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên parastina sivîlan ên Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek pêk tên.
Di nav birîndaran de 18 sivîl hene. Yek ji wan motorsîkletsiwarekî daxwaziyan bû li Hewlêrê, birîndarek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê, perestarek li Kampa Azadiyê ya Koyeyê, 3 sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Kampa Zewî Spiyê ya Koyeyê û zarokek jî li taxa Qelawayê ya Silêmaniyê birîndar bûn.
Her wiha 2 welatî li Kampa Cejnekanê ya Hewlêrê û 4 welatî li taxeke Hewlêrê birîndar bûn.
Du xwendekar li navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê birîndar bûn û 31ê Adarê 3 xortên din li Hewlêrê birîndar bûn.
Birîndarên din Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransî yên li Hewlêrê bûn.
Herêmên ku rastî êrişan hatine
Hewlêr
Dron û mûşek li van herêm û taxan ketine xwarê: Sîdekan, Dola Alane, Dola Melekan, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, nahiyeya Rizgarî, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spiyê, Kampa Cejnekana, Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Nivîskaran, Hevalan, Karêzan, Gundê Koreyê, Gezne, Behirke, Enkawe, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha yekîneyên Pêşmergeyan.
Silêmanî
Silêmanî, Çiyayê Golanê, Îdareya Serbixwe ya Raperînê, gundê Şêx Weysawayê, Girdî Rîayeyê, Mêrgepan, Qalewa, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundê Zirgwêzê, gundê Zirgwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaşê, navçeya Kifriyê, Hêzên 70yê yên Pêşmergeyan, taxa Taslûceyê, Çiyayê Zimnakoyê û baregeha yekîneyên Pêşmergeyan.
Dihok û Helebce
Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, Akrê, nahiyeya Bicîlê, navçeya Berdereşê û taxa Maltayê.
Her wiha 3 dronên din li qada petrolê ya Çemankeyê ketin xwarê û li sînorê Amêdiyê jî 3 dron ketin xwarê.
Her wiha parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinriwê ji wan cihan bûn ku di yek êrişê de bi 2 dronan hatin bombebarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse