HSDyê nasnameyên 7 şervanan eşkere kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk Şervan Şer Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 7 şervanên wan di encama êrişên "komên Şamê" de canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser candana 7 şervanên xwe daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya HSDyê de hat gotin:

"Hêzên me bi serbilindî û rûmet 7 şervanên xwe yên herî baş ên ji pêkhateyên Ereb û Kurd radigihînin ku di dema rûbirûbûna qehremanane ya li hemberî êrişên xiyanetkar ên komên Şamê yên li herêmên me de şehîd ketin."

HSDyê destnîşan kir ku wan şervanan di parastina rûmet û hebûnê de mînakeke bilind nîşan daye û li hemberî projeyên ku gelê wan dikin armanc bûne keleheke qayîm.

"Em dê li ser rêya wan bin"

Di beşeke din a daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şervanan re hat xwestin û hat tekezkirin:

"Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk soz didin ku em dê li ser rêya ku wan bi xwîna xwe xêz kiriye berdewam bin, heta ku daxwazên gelê me yên azadî, rûmet û dadperweriyê pêk tên."

Nasnameyên şervanan

Li gorî daxuyaniya HSDyê, nasnameyên wan 7 şervanan wiha ne:

Nasnav: Îbrahîm
Nav û Paşnav: Hamid Xilêf
Navê Dê: Nucûd
Navê Bav: Ayid
Cihê Jidayîkbûnê: Dêrezor
Cih û Dîroka Candanê: Dêrezor – 17ê Kanûna Paşîn a 2026an

Nasnav: Sîdo
Nav û Paşnav: Hafiz Xelef
Navê Dê: Subhe
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayîkbûnê: Hisîça
Cih û Dîroka Candanê: Dêrezor – 17ê Kanûna Paşîn a 2026an

Nasnav: Cewher
Nav û Paşnav: Esed Xilêf
Navê Dê: Nofe
Navê Bav: Xelef
Cihê Jidayîkbûnê: Şedadî
Cih û Dîroka Candanê: Dêrezor – 18ê Kanûna Paşîn a 2026an

Nasnav: Bahoz
Nav û Paşnav: Osman Ebe
Navê Dê: Edîbe
Navê Bav: Nûrî
Cihê Jidayîkbûnê: Amûdê
Cih û Dîroka Candanê: Reqa – 21ê Kanûna Paşîn a 2026an

Nasnav: Zulfîqar
Nav û Paşnav: Muhened Hekîm
Navê Dê: Sebah
Navê Bav: Fesîh
Cihê Jidayîkbûnê: Amûdê
Cih û Dîroka Candanê: Reqa – 21ê Kanûna Paşîn a 2026an

Nasnav: Îsam Qamişlo
Nav û Paşnav: Munzûr Îzo
Navê Dê: Subeyhe
Navê Bav: Salih
Cihê Jidayîkbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Candanê: Reqa – 21ê Kanûna Paşîn a 2026an

Nasnav: Esmer
Nav û Paşnav: Nizar Muheşim
Navê Dê: Sede
Navê Bav: Hamid
Cihê Jidayîkbûnê: Hisîça
Cih û Dîroka Candanê: Reqa – 21ê Kanûna Paşîn a 2026an

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst