Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya Desthilata Dadweriyê ya Îranê red kir.
Îranê îdia kiribû ku wan 2 kes îdam kirine ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê saziyeke îstixbaratî ya welatekî ve hatine perwerdekirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em tekeziyê li ser pêbendiya bi aramî, serwerî û pêwendiyên baş ên cîrantiyê dikin.”
Tohmetên Îranê hatin redkirin
Desthilata Dadweriyê ya Îranê 20ê Nîsanê ragihandibû ku wan cezayê îdamê yê Mihemed Mehsûm Şahî û Hamîd Welîdî bi cih aniye.
Îranê îdia kiribû ku ev her 2 kes li Herêma Kurdistanê ji aliyê efserên saziya sîxuriyê ya Mossadê ya Îsraîlê ve hatine perwerdekirin.
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê got:
“Em li ser wan tohmetên ku di van demên dawî de ji aliyê hinek saziyên dadwerî û ragihandinên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine belavkirin gelekî dilgiran in.
Tohmeta ku dibêje hinek ji wan kesên ku ceza li wan hatiye birîn li Herêma Kurdistanê ji aliyê saziyên îstixbaratî yên welatên din ve hatine perwerdekirin em bi temamî red dikin.”
"Navendên perwerdeyê yên welatên din nînin"
Hewlêrê destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê ti baregeh an navendên perwerdeyê yên saziyên sîxuriyê yên welatên din nînin.
Her wiha hat ragihandin ku girêdana Herêma Kurdistanê bi van cure mijaran re bêbingeh e û ji rastiyê dûr e.
Fermangeha Pêwendiyên Derve diyar kir ku herêm hewceyî diyalog û beşdariyeke berpirsyarane ye û bi vî rengî li pey çû:
“Ev cure tevger dibin sedema alozî û bêaramiyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku nabe axa wê ji bo têkdana ewlehiya welatên cîran were bikaranîn.”
Bangî Bexda û civaka navneteweyî hat kirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî hikûmeta Îraqê kir ku berpirsyariya xwe ya destûrî ya parastina serweriya welat bi cih bîne û rê li ber binpêkirinên li ser axa Herêma Kurdistanê were girtin.
Her wiha bangî civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo kêmkirina aloziyan, rêzgirtina li serweriyê û parastina aramiya herêmê hewlên xwe zêde bikin.
Di dawiyê de hat eşkerekirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di bipêşxistina pêwendiyên aştîxwazane yên bi welatên cîran û hevparên navneteweyî de berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse