Tirkiye berdewam Zinarê Kêste û derdora wê bombebaran dike

24-05-2021
RÛDAW
Artêşa Tirkiyê berdewam Zinarê Kêste û gundên derdorê  topbaran û bombebaran dike
Artêşa Tirkiyê berdewam Zinarê Kêste û gundên derdorê topbaran û bombebaran dike
Nîşan Artêşa Tirkiyê PKK Zinarê Kêste Başûrê Kurdistanê Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyona arteşa Tirkiyê di nava axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê berdewam e û ji şeva borî jî hejmareke gundên sînorî berdewam tên topbaran û bombebarankirin.

Artêşa Tirkiyê berdewam Zinarê Kêste û gundên derdorê  topbaran û bombebaran dike û şerên giran ketine gundên Deşîş, Edna û Serero.

Peyamnêrê Rûdawê Nayîf Remezan li nêzikî Zinarê Kêste ragihand, ji sibeha îro ve ti şer û pevçûnekê li navçeyê rû nedaye, lê ji piştî nîvro ve topbaran û bombebarankirina pişta gundê Kêste, Berê Redê, Bêgovan berdewam e û “derdora demjimêr 15.00 jî topek li herêma Zinarê Kêste û rêya Hirûrê ket.”

Ji ber topbaran û bombebarana berdewam a navçeyê, beşeke mezin a pûşê gundê Kêste şewitiye û agir heta nêzikî gund jî hatiye.

Herwiha cara yekem artêşa Tirkiyê derdora gundê Rêwan a li beramber Zinarê Kêste li nêzikî Metîna topbaran kir û bi dirêjahiya şev û roj jî navber bi navber Zinarê Kêste topbaran  kir.

Li gor zanyariyan niha şer û pevçûnên dijwar ên gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê li gundên Deşîş, Edna û Serero hene.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku serbazekî wan dema ku xwe ji helîkopterê avêtiye, birîndar bûye û piştre jiyana xw ji dest daye.

PKK jî ragihand ku wan li çend navçeyên cuda di şer û pevçûnan de gerîlayên wan 7 serbazên Tirkiyê kuştine û 2 yên din jî birîndar kirine.

 Ev di demekê de ye ku firokeyên Tirkiyê duh gundên Hirurê û pişta geliyê Qumrî bombebara kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb