Pêla tozbarînê li Hesekê bû sedema qutbûna elektrîkê

24-05-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Tozbarîn Elektrîk Ekrem Silêman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber pêla tozbarînê hejmarek bircên elektrîkê li bajarokê Holê û navçeyên rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ketin xwarê.

Li gor Birêveberê elktrîka herêma Cezîr a Rojavayê Kurdistanê Ekrem Silêman, pêla tozbarînê14 bircên elektrîkê li bajarokê Holê û navçeyên rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojava yê Kurdistanê ketine xwarê, û hêla 66 k.V ya sereka di navbere bajarê Hesekê û wistigeha Mezrea ya bajarokê Holê hatiye birîn.

Ekrem Silêman got, ji ber diziya hesinên bircanên elktrîkê ,di dema bahoz û baye zor xwe nagir û dikeve.

Ji ber tozbarînê ziyaneke mezin gihiştiye tora elektrîkê li parêzgeha Hesekê, di dema dawî de hêla elektrîkê ya Reqa- Hesekê jî hatibû birîn û çend burc li bajarê Hesekê û Qamişlo ketibûn xwar.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst