Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê: Ji bo destpêkirina geştên asmanî me telîmat wernegirtiye

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Balafirgeha Navneteweyî Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ragihand ku ji bo destpêkirina geştên asmanî ti telîmatî ji wan re nehatiye.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo "agirbesteke giştî û temam" di navbera Îran û Îsraîlê de lihevkirinek ragihand, tê çaverêkirin ku geştên asmanî di çend saetên bê de li Îraq Herêma Kurdistanê û ji nû ve dest pê bikin.

Berdevkê Balafirgeha Kerkûkê Herdî Semed ji Rûdawê re got, "Heta niha ji bo jinûve destpêkirina geştên asmanî ti talîmatek negihîştiye me.

Li gorî lihevkirinan, piştî 24 demjimêran dê agirbesteke temam pêk were, ji ber vê yekê îro ti biryareke nû dernakeve.

Eger agirbest were cîbicîkirin. Tê pêşbînîkirin ku sibe talîmata destpêkirina geştan were şandin.”

Her wiha îro berpirsekî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji Rûdawê re got, "Heta niha ti talîmatek ji bo destpêkirina geştan negihîştiye me û balafirgeh girtî maye."

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê jî geşt hatine rawestandin.

Berpirsekî Balafirgehê ji Rûdawê re got, "Ji bo ku geşt ji nû ve dest pê bikin, talîmat nehatine û divê asmanê Îraqê were vekirin."

Ji ber şerê Îran û Îsraîlê, ji 13ê Hezîranê ve hemû geştên asmanî yên Îraq û Herêma Kurdistanê hatine rawestandin.

Li Îraqê geştên asmanî bi roj dem bi dem bi tenê li Balafirgeha Besrayê hebûn.

Piştî êrişa Îranê ya li ser Baregeha El Udeydê ya Amerîkayê ya Qeterê geştên wê balafirgehê jî hatibûn rawestandin.

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê: Asmanê başûrê Îraqê hate vekirin

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku asmanê başûrê Îraqê dest pê kirine.  

Li gorî gotina wezaretê, geştên asmanî yên Balafirgeha Besrayê ji nû ve dest pê dikin û ji bo destpêkirina geştên li hemû balafirgehên din nirxandin tê kirin.

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysam Safî  ji Rûdawê re got, "Asmanê başûrê Îraqê hatiye vekirin û geştên asmanî li Balafirgeha Besrayê ji nû ve dest pê kirin."

Meysam Safî ragihand ku ji bo biryara destpêkirina geştên li balafirgehên din rewş tê nirxandin.

Li gorî wan zanyariyên ku Rûdawê ji berpirsekî Hikûmeta Bexdayê wergirtine, eger agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê wekî xwe bê cîbicîkirin îro dê geştên asmanî li hemû balafirgehên Îraq û Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst