Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê xebatên binesaziya gaza xwezayî hatin destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Hîzanê, li navçeyê ji bo çêkirina xetên gaza xwezayî, xebatên kolandinê tên kirin.
Hewl tê dayîn ku xizmeta gaza xwezayî di demeke kurt de ji bo xelkê bê dayîn.
Şaredarê Hîzanê Yahya Şam çû cihê ku xebat tên meşandin, diyar kir ku ew hewl didin ku jiyana li navçeyê xweş û baştir bikin û got:
"Gaza xwezayî ji projeyên me yên herî giring e ku dê kalîteya jiyana welatiyên me zêde bike.
Bila ji bo navçeya me li ser xêr be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse