Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Ukraynayê yê Îraqê Ivan Dovhanych ji eşkere kir ku Kîev hêvîdar e heta dawiya îsal konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Dîplomatê Ukraynayê ev pêngav ji bo bihêzkirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re wekî "werçerxaneke girîng" bi nav kir.
Ivan Dovhanych tevlî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û diyar kir ku welatê wî sala borî biryara vekirina konsulxaneya giştî ya li Hewlêrê pesend kiriye lê pêvajo hîn li Bexdayê ji ber hin rêkaran rawestiyaye.
Balyozê Ukraynayê got, "Em ji bo vî karî amade ne lê li Bexdayê hinek rêkarên burokratîk hene û bê guman divê destûra me ya fermî ji hikûmeta navendî hebe.
Ez gelekî hêvîdar im ku heta dawiya îsal em bi awayekî fermî nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê vekin."
Balyoz anî zimên ku ew amade ne li Hewlêrê dest bi kar bikin û got, “Armanca me ya sereke ew e ku em pêwendiyên xwe yên aborî û bazirganî bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin.
Pêwendiyên bazirganiyê geş dibin
Li gorî Ivan Dovhanych, welatê wî Îraqê wekî "dostekî kevn" dibîne û diyar kir ku bazirganî yek ji wan waran e ku piştî ziyanên mezin ên şer, ji nû ve geş dibe.
Balyozê Ukraynayê da zanîn ku berî êrişa Rûsyayê ya sala 2022yan, qebareya bazirganiya salane ya di navbera welatê wî û Îraq û Herêma Kurdistanê de nêzîkî 700 milyon dolarî bû.
Wî anî zimên ku ji ber şer, ev hejmar sala paşê daket nêzîkî 190 milyon dolarî.
Li gorî gotina Balyozê Ukraynayê ji wê demê ve bazirganî ji nû ve geş dibe û tê payîn ku sala 2025an bigihîje 300 milyon dolarî.
Dîplomatê Ukraynayî her wiha got, "Ev yek nîşan dide ku bazirganên me hev dibînin û pêwendiyên aborî di pêvajoya geşbûnê de ne."
Hewldaneke berfireh a dîplomatîk
Hewldanên Kîevê yên ji bo nêzîkbûna ji Îraq û Herêma Kurdistanê di demekê de ne ku Ukrayna li gel şerê giran ê bi Rûsyayê re hewl dide hebûna xwe ya dîplomatîk û aborî li cîhanê berfirehtir bike.
Balyozê Ukraynayê ragihand ku vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê ne tenê sembolîk e, di heman demê de pêngaveke pratîkî ye jî û rêyeke rasterast ji bo hevkariyê di warên bazirganî, enerjî û hilberînê de vedike.
Wî her wiha got, "Pêwendiyên me bi lez û bi awayekî baş bi pêş dikevin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse