Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û jê re dibêje, ku êdî bes e ku tu xelkê bixapînî.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, ku gotibû bila kurd pirsa dahata petrolê ji berpirsên xwe bikin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bersiv da gotinên Ebadî.
Di vê daxuyaniyê de tê gotin: te ji bîr kir ku te spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo dabînkriina 350 Mêga Watên elektrîkê ji bo Mûsilê.
Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, dema ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû petrola xwe dida SOMO, we pere li gorî bûdceyê nedişand.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî herweha ji Ebadî re dibêje, êdî bes e ku tu xelkê bixapînî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse