Melayê ji ber mewlûda Kurdî hatibû girtin li zindanê koça dawî kir

24-09-2020
RÛDAW
Nîşan Alî Boçnak Kurd Mewlûda Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Melayê Kurd Alî Boçnak ku ji ber xwendina mewlûda bi Kurdî hatibû girtin li girtîgehê canê xwe ji dest da.

Li bajarê Qers ê Bakurê Kurdistanê sala 2009an hêzên emnî yên Tirkiyê di çarçova “operasyonên dijî KCKê” hejmarek kes desteser kiribûn û derbarê hejmarek kesan de jî lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Melayê Kurd ê bi navê Alî Boçnak jî yek ji wan kesan bû ku lêpirsîn derbarê wî de hatibû destpêkirin û di encama lêpirsînê de dadgehê bi tohmeta ku mewlûda Kurdî xwendiye 7 sal û 8 meh cezayê zindanê dabû Boçnak.

Ew melayê Kurd ê 76 salî piştî ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hat pesendkirin, sala 2017an bo zindana Tîpa L ya Patnosê hatibû veguhastin û tevî temenê mezin û rewşa tendirustiya wî ya xirap, ji girtîgehê nehatibû berdan.

Li ser daxwaza malbatê Saziya Pîzişkiya Dadwerî raportek derbarê wî de hatibû amade kiribû û tê de hatibû gotin, “rewşa tendirustiya wî guncaw e” ku di girtîgehê de bimîne.

Lêbelê rewşa wî melayê Kurd li zindanê her ber bi xirabbûnê ve çû û îro li girtîgehê koça dawî kir.

Biryar e termê Alî Boçnak ê 76 salî li Qersê bê xakê bê veşartin.

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) jî peyamek belav kir û got, “Mirina Alî Boçnak ê 76 salî di girtîgehê de ku ji ber mewlûda Kurdî hatibû girtin û nexweiya giran li gel hebû, tawan e.”

Di peyama HDPê de hatiye gotin, “Mixabin girtiyê nexweş Mele Elî îro li zindanê, ji nav me bar kir. Hêrs û kerba me zêde, azara me giran e. Xwedê bi rehma xwe şa bike, serê malbatê û serê gelê me sax be."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst