FÎÇER - Şemzînan bi hingivê xwe yê xwezayî navdar e

24-09-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şemzînan bi kalîteya hingivê xwe yê xwezayî navdar e / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şemzînan bi kalîteya hingivê xwe yê xwezayî navdar e / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şemzînan Hingiv Xwezayî
A+ A-

FÎÇER - Şemzînan cihekî taybet e bi hingivê xwe, li vê navçeyê hingivên di asta cîhanê de navdar tên berhemanîn, lê coreyekî wî hingivî heye ku li çiya tê kom kirin coreyê herî navdar û xwezayî ye, tîma Rudawê li geliyê Sosê li Şemzînan dîmenên derxistina hingivê çiya girtine.

Yek kîloya hingiv derdora 2 hezar lîreyan e. Binêrin xelkê Şemzînanê li çiyayên Geliyê Sosê çawa hingivê çiya kom dike. 

Berê me li herêma Şemzînanê bi Geliyê Sosê û zinar û latên vî geliyî dikeve. Li Geliyê Sosê coreyekî gelekî taybet yê hingivê Şemzînanê heye, ew jî hingivê lat û çiya ye ku heman demê wekî hingivînê kîvî jî tê zanîn.

Bekirxan nêçîrvanê hingiv e ku bi gotina wî li zinarekî 50 heta 60 metroyan bilind şûlxeyeke mêşê û hingivînê çiyayî heye em digehine binya wî zinarî .

Bekirxan Şemzînî got:

“Rastî çend sal in ku karê me hingiv e. Em hingivê çiya û ber û dara kom dikin. Em îro jî hatine Geliyê Sosê eger Xweda bike nesîb em dê mêşeke vebirin.”

Di vî karî de ya herî  girîng ewlehî ye, pêwîst e nêçîrvanê  hingiv beriya dest bi nêçîra xwe dike hemû tedbîrên ewlehiyê bigire, Bekirxan dê bi saya kinderan xwe bigehîne şûlxa mêşê. Temel, Selîm û Idrîs jî dê alikariya wî bikin.

Bekirxan Şemzînî behsa wêrekiya xwe kir:

“Me cesaret heye, eger kesekî cesaret nebe nikare biçe ser çiya dê bikeve, yan dê dest û pêyên wî bilerzin. Ji ber wê cesaret pêwîst e. Îro em dê bi alikariya hevalên xwe em dê kindirekê dahêlin û ez dê xwe bi kindirê girê bidim.

Kindir jî ya çiya ye û qaîm e, bi alikariya wan û ya min ez dê bigihim ber derê mêşê û çakûç û keresteyê pêwîst jî heye, ez zerarê nadim mêşê ez ê nivîya hingiv jî ji mêşê re bihêlim.”

Piştî ku kindir li newqa Bekirxanî hat girêdan êdî amadekarî temam in. Bekirxan keresteyê xwe yê pêwîst jî bi xwe re dibe û derdikeve lûtkeya zinarî û kar destpê dike.

Em li jêr û jora zinarî li benda Bekirxan în piştî nîv seatê dengê Bekirxan bilind dibe:

“Ev e mêşa me ya hingivî ye, çend sale em tên hingivê vê mêşê kom dikin, em derê hêlina wê careke din çêdikin. Înşelah mêş a nû ye û çalak e û em dê deriyê wê amade bikin em li Geliyê Sosê li cihekî gelekî bilind in. “

Êdî nêçir hêdî hêdî ber bi bi dawîbûnê ve diçe li vî zinarî me nêzîkî 5 kîloyên hingivî derxistin. Li hinek zinaran heta 20 kîlo jî derdikevin. Nêçirvan her carê nivîya hingiv ji mêşan re dihêlin ku mêş nemire.

Selîm Şengûl li ser başbûna hingiv got:

“Me ev hingive derxist maşallah hingevekî gelekî baş e, hingivekî baqij e, li gorî mêşê li hinek cihan 10 kîlo li hinek zinaran 5, li hinek zinaran tenê 2 kîlo derdikevin.”

Yek kîloya hingivê çiyayî ji ber ku bi temamî xwezayî û derman e nêzikî 2 hezar lîreyan tê firotin, ew jî di demekê de ye ku hingivê xilêfk û kewarkan di navbera 400 û 500 de lîreyî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst