Siyasetvanê Kurd Ebdulhemîd Hacî Derwîş wefat kir

24-10-2019
RÛDAW
Siyasetvanê Kurd Ebdulhemîd Hacî Derwîş. Wêne: Rûdaw
Siyasetvanê Kurd Ebdulhemîd Hacî Derwîş. Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Pêşverû Ebdulhemîd Hacî Derwîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû Ebdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Pêşverû, Ehmed Silêman ji Rûdawê re ragihand, ku Sekreterê Partiya Demokrata Pêşver, Ebdulhemîd Hacî Derwîş îro berê sibehê saet 02:00 koça dawiyê kir.

Ehmed Silêman herwiha ragihand, ku ew dê piştre zanyariyan di derbarê merasîmên roja bi ax spartin û şîna wî de ragihînin.

Partiya Demokrata Pêşverû ragihandiye ku merasîma cenazeyê dê îro Pêncşemê saet 10 sibehê li bajarê Qamişloyê birêve biçe û piştre cenazeyê wî dê sibe li gundê Qirmaniyê ku cihê jidayîkbûna wî ye, bi axê were spartin. 

Partiya Pêşverûyê herwiha diyar kiriye, ku merasima şîna Ebdulhemîd Hacî Derwîş rojên Pêcşem, Înê û Şemiyê li bajarê Qamişlo tê sazkirin.

Herwiha merasîma malavayîkirinê jî îro saet 10 sibehê heta 8ê êvarê li hola Nûredîn Zaza li Qamişlo birêve diçe.

Ebdulhemîd Hacî Derwîş

Sala 1936 li gundê Qermane yê ser bi Dirbêsiyê ve ji dayik bûye

Xwendina Navendî li Şamê temam kiriye

Di sala 1957an de, yek ji damezrênerên yekem partiya Kurdî bû li Sûriyê

Ji nifşê yekem yê siyasetmedarên Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bû

Bi Osman Sebrî û Hemze Niwêran re Partiya Demokrata Kurd ava kir

Sala 1990 weke endamê parlemana Sûriyê hate hilbijartin

Çend caran daxwaza lihevhatina TE-DEM û ENKS kir

Partiya wî 25-11-2015 ji ENKS vekişiya

Red kiribû ku beşdarî civîna Soçî bibe

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst