BERWARÎ BALA - Festîvala Berhemên Xwemalî gelekî rengîn e

24-10-2025
RÛDAW
Nîşan Dihok Fehmî Selman Berwarî Bala
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dihokê sêyemîn Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala dest pê kir.

Rêkxerê festîvalê Fahmî Selman diyar kir ku xelk ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê bûne û armanca festîvalê jî peydakirina bazare ye ji bo berhemên xwemalî.

Festîvala ku îro dest pê kir û dê 5 rojan berdewam bike.

Pêşkêşkara Rûdawê Şehyan Tehsîn di çarçoveya festîvalê de bi hinek kesayetiyên diyar, cotkar û hunermendan re axivî.

“Gelek çalakiyên hunerî tên pêşkêşkirin”

Endamê Desteya Ragihandinê ya Festîvalê Kameran Hirûrî ji hevkarê me Nayif Remezan re axivî.

Hirûrî da zanîn ku ji bilî berhemên Berwarî Balayê ji deverên din ên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê jî berhemên xwemalî yên wekî hingiv, penîr, tehîn û birinc jî li festîvalê hene.

Kameran Hirûrî her wiha got ku dê îro gelek çalakiyên hunerî bên pêşkêşkirin.

Li gorî zanyariyên Hirûrî Koma Hunera Dihokê, Koma Hunera Qamişloyê û hunermendên wekî Çopî Fetah, Hesen Şerîf û Salih Koçer dê tevlî festîvalê bibin.

Par festîvalê du rojan dom kiribû. Hirûrî got, "Ji bo ku cotkar zêdetir sûdê wergirin, dema festîvalê bûye 5 roj."

Cotkarekî behsa "hinara reş" a li herêmê kir û ji Şehyan Tehsînê re got, "Ji mêj ve hinara reş li vê deverê heye; şîrîn e û ji bo Koronayê derman e."

Her wiha, cotkarekî din ê ji Berwarî Balayê ku baxçeyên wî yên sêv û hinaran hene, ji Rûdawê re got, "Ez ji sala 1992yan ve li vî gundî dijîm.

Di şerê PKK û Tirkiyeyê de me gelek nexweşî dîtin. Çend caran derdora gundê me hat bombebarankirin, lê me gundê xwe vala nekir."

“Armanca festîvalê peydakirina bazarê ye”

Rêkxêrê Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Balayê Fahmî Selman, bû mêvanê Rûdawê.

Fahmî Selman got, "Pêwîst e xelkê Kurdistanê û hikûmet girîngiyeke zêdetir bidin çandiniyê, çimkî çandinî beşek ji ewlehiya me ya neteweyî ye.

 Ango, divê em ji bo dabînkirina xwarinê ne hewcedarê welatên cîran bin."

Rêkxêrê festîvalê diyar kir ku ji bilî firotina berhemên xwemalî, çend çalakiyên geştyariyê jî hatine organîzekirin.

 Li gorî gotina Fehmî Selman çalakiyên wekî nîgarkêşî, siwarbûna hespan û çend çalakiyên din ên hunerî jî di festîvalê de hene.

Fahmî Selman got ku berhemên xwemalî ne tenê ji Berwarî Balay lê ji deverên din ên Kurdistanê jî ji bo pêşandanê hatine anîn.

Rêkxerê festîvalê her wiha anî ziman ku xelk ji her çar parçeyên Kurdistanê jî beşdarî festîvalê bûne.

Li gorî gotina Fahmî Selman, sêv nasnameya devera Berwarî Balayê ye û bûye logoya festîvalê jî.

Ji bilî sêvan, hemû berhemên xwemalî dê di van pênc rojan de bên pêşandan.

“Ji bo bihayê berheman erzanî hatiye kirin”

Cotkarekî ji Akrêyê pênc cure birinc aniye festîvalê û wî cotkarî ji Nûçegihanê Rûdawê re got, "Tevî ku roja yekem a festîvalê ye, mişteriyên baş hene.

Me jî erzaniyeke baş kiriye û biha guncaw in."

Necîbe Necîba namzeda PDKyê ya Parlamentoya Îraqê jî li festîvalê bû mêvana Şehyanê.

Necîbe Necîbê li ser giriniya festîvalê ji Şehyanê re got, "Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Balayê festîvaleke Kurdistanî ye.

Ez di wê baweriyê de me ku xelk ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî festîvalê bûye.

Ev peyamek e ji bo hemû aliyan e ku em xwedî berhemên zêde yên xwemalî ne û li cîhanê jî xwedî berhemên herî baş in.

Li şûna ku em wekî berê tenê pişta xwe bispêrin petrolê, divê em niha girîngiyeke mezin bidin çandinî û berhemên xwemalî."

Berwarî Bala devereke dewlemend a çandiniyê ye û dikeve bakurê parêzgeha Dihokê. Ev dever bi sêv, hinar, hingiv û tiriyê xwe bi nav û deng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst