North Oil: Ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê ti plan nînin

24-10-2025
RÛDAW
Nîşan Petrol Herêma Kurdistanê Kerkûk Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî mehekê ye ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kiriye û Birêbebirê Giştî yê Şirketa Petrolê ya Bakur (North Oil) da zanîn ku carinan hinarde digihêje 270 hezar bermîlan.

Birêvebirê Şirketa Petrolê ya Bakur Amir Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha nêzîkî 5 milyon bermîlên petrola Herêma Kurdistanê hatine firotin ku beşek jê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirîn û beşa din jî ji bo bazarên Ewropayê bûye.

Birêvebirê North Oilê Amir Xelîl got:

"Niha rojane di navbera 200 û 250 hezar bermîlan de tê hinardekirin û carinan jî digihêje 270 hezar bermîlan."

Li gorî rêkeftina di navbera Hewlêr, Bexda û kompanyayên petrolê yên navneteweyî de ku heta dawiya îsal di meriyetê de ye, rojane 280 hezar bermîlên petrolê tenê li Herêma Kurdistanê tên hilberandin.

Ji vê hejmarê 230 hezar bermîl tên hinardekirin û 50 hezar jî ji bo bikaranîna navxwe û parzûngehên Herêma Kurdistanê tên terxankirin.

Amir Xelîl da zanîn ku "pêvajoya hinardekirinê bêpirsgirêk didome û ti astengiyên mezin derneketine".

Li gorî raporeke Ajansa Reutersê, biryar e ji meha bê ve, petrola Kerkûkê li gel petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve bê hinardekirin lê Amir Xelîl anî ziman:

"Heta niha ti planên me nînin ku em petrola Kerkûkê li gel petrola Herêma Kurdistanê bişînin Bendera Ceyhanê, ji ber ku hejmara wê ne bes e."

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya boriyê ber bi Bendera Ceyhanê ve, piştî biryareke Adara 2023yan a Dadgeha Navneteweyî ya Tehkîmê ya Parîsê hatibû rawestandin.

Piştî rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û kompanyayên petrolê 27ê Îlonê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst