Dêra herî nû ya Başûrê Kurdistanê: Misilman jî tevlî lêkirinê bûn

1 demjimêr berê
Horvan Rifet
Dêra herî nû ya Başûrê Kurdistanê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dêra herî nû ya Başûrê Kurdistanê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Keldanî Dêr Başûrê Kurdistanê Koye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Dêra herî nû ya Başûrê Kurdistanê li gundê Hermoteyê yê navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat vekirin.

Îsal di vê dêrê de nimêja yekem a Christmasê ango Cejna Rojbûna Pêxember Îsa tê kirin.

Dêr li ser rûberê du donim erd hatiye lêkirin û bûye cihê dilxweşiya Xiristiyanan.

Her wiha peyameke nû ya bihevrejiyanê ye li Herêma Kurdistanê ye.

Piştî du salan a xebatê niha Hermote xwedî dêra herî nû ya Keldaniyan e.

Li nava dilê gund, dest bi dia û nizayên ji bo pîrozkirina dêrê hatine kirin.

Dêreke ku bi endezyariyeke balkêş û bi dehan sembolên pîroz, nexşê bihevrejiyanê li deverê xurttir kiriye.

Qeşeyê Hermote û Koyeyê Zeya Şaba li ser girîngiya projeyê axivî û got:

"Li vî gundî 120 malbatên Xiristiyan dijîn, ev dêr 400-500 kesan li xwe digire.

Dêr li ser erkê Metraniya Hewlêr û Enkaweyê hatiye avakirin lê ya ku cihê dilxweşiyê ye, heta xêrxwazên Misilman jî beşdarî avakirina vê mala pîroz bûn."

Kesên herî dilxweş, Xiristiyanên yekane gundê Xiristiyanan a deverê ne.

Ji bo wan, ev ne tenê navendeke olî, sembola manewiya bi sedan salan e li ser vê axê ye.

Welatiyê Xiristiyan Riyaz Ezîz Petros behsa dîroka dêran kir û anî ziman:

"Sê dêrên kevn li Hermoteyê hene, wekî Mar Mîxaîl, Mar Yûsif û Dêra Meryema Ezra lê ew gelekî biçûk bûn û di cejnan de nîvê me li ser pêyan radiwestiyan.

Niha me navê vê dêra xwe ya nû her kiriye Meryema Ezra û em gelekî dilxweş in ku cihê me hemûyan tê de dibe."

Xiristiyanên vê derê, tevî dilxweşiya xwe, çavê wan li xizmetguzariyên zêdetir e ji bo avedankirina gundê wan.

Yek ji niştecihên gund Kameran Endraws da zanîn:

"Vê dêra ku ji bo me hatiye vekirin em bêdawî dilxweş kirine, ji ber ku tiştê li vir ji bo me hatiye kirin li gelek cihên din ên Îraqê nehatiye kirin."

Biryar e dêr meha Adarê ya sala 2026an bi awayekî fermî were vekirin.

Piştî sala 2003yan, li Îraqê zêdetirî 100 dêrî hatine rûxandin û naqosên wan ji lêdanê ketine.

Ev yek bûye sedema koça bi sedan hezar Xiristiyanan a ji bo derve.

Lê vekirina vê dêra nû ya li Başûrê Kurdistanê, hêviya mayîna Xiristiyanan zêdetir kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst