Hewlêr (Rûdaw) – Di kampanyayên vê carê yên hilbijartinên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê de, behsa giringiya daxwazên netewî û pêwîstiya damezrandina hikûmeta herêmî li Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.
Kampaniyên hilbijartinên Parlamento û Encumena Şarezayên Rêberî yên Îranê îro saet 08:00ê bi dawî hatin. Biryar e sibe înê 26ê Sibatê hilbijartinên her du saziyan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê birêve biçin.
Kampaniyên hilbijartinan ên namzedên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê vê care cuda ji carên pêştir bûn.
Di kampaniyên vê carê de, namzedên Kurd pitir dirûşmên siyasî û netewî ji xelkê re digotin. Herwiha di kampaniyên xwe de, namzedan behsa pêwîstiya damzrandina hikûmeta xwecihî ya Rojhilatê Kurdistanê û vegera Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li derve dikirin.
Pirraniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku dijberyê sîstema niha ya Îranê ne û li derveyê Rojhilatê Kurdistanê ne, daxwaza baykotkirina hilbijartinan ji xelkê kirine, tenê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-Rojhilat) û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê nebin.
Ligel wê çendê namzedên Kurd di kampaniyên xwe yên hilbijartinê de behsa partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê jî kirine.
Bo Mînak namzedek li Sine, Dîwandere û Kamyaran li parêzgeha Sine dibêje, eger ew bibe parlamenter dê projeya aştiya netewî bixe rojevê, ew yek jî bi mebesta vegerandina Kurdên li derveyî welat .
Hejmarek din ji namzedan jî ragihandine, ku pêwîst e nêrîn û helwesta Tehranê li hember gelê Kurd û Rojhilatê Kurdistanê wer eguhertin.
Herwiha bo cara yekem li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê lîsta Hevpeymaniya Daxwazên Xelkê Kurdistanê hat pêkanîn.
Ew hevpeymanî li ser bingeha qebûlkirina bernameyên kampîna daxwazên xelkê Kurdistanê hatiye avakirin. Ew kampîn di demên kampaniyên hilbijartinê de hat ragihandin û li ser 4 bingehên siyasî, civakî, kultûrî û aborî hatiye pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse