Hewlêr (Rûdaw) - Li deriyê sînorî Pêşxabûr- Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber nexweşiya vîrûsa koronayê tedbîrên pêwîst têne standin û hemû kesên ku çû û hatinê bi derî re dikin tevî otomobîlan xwe pişkinîna wan tê kirin kontrol dikin.
Rêveberên Deriyê Pêşxabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re ragihand ku hemû kes û tiştên diçin û tên ji aliyê pisporan ve têne kontrolkirin.
Şewket Berbuharî herwiha kir, kamyonên baran jî, di xala kontrolkirinê re derbas dibin û têne kontrolkirin.
Li aliyê Rojavayê Kurdistanê li Deriyê Sêmalka jî xaleke kontrolkirinê hatiye danîn pişkinîn tê kirin.
Piştî belavbûna vîrûsa koronayê li Iraqê û Îranê ku heta niha 15 kesan canê xwe ji dest daye, metirsiyeke mezin li ser welatên derdorê çêbûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse