Çarenivîsa bi sedan şervanên HSDyê ne diyar e: Dayîkan bangî Serok Barzanî kir

1 demjimêr berê
Vîviyan Fetah
Dayîkên ku zarokên wan dîl ketine / Wêne: Rûdaw
Dayîkên ku zarokên wan dîl ketine / Wêne: Rûdaw
Nîşan HSD Şervan Dayîk Dîl Xwenîşandan
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Bi sedan xizmên dîlên HSDyê li bajarê Qamişloyê xwenîşandan kir.

Xwenîşanderan xwest ku çarenivîsa şervanên wan were eşkerekirin.

Jineke Kurd bi rêya Rûdawê hawar dike û dibêje, "Tenê Serok Barzanî bavê şervanên me ye. Bila ew midaxele bike û zarokên me azad bike."

Jineke din jî behsa êşa xwe kir û got, "Kurekî min dîl e û ez nizanim ka çi bi serê yê din hatiye."

Kesekî ku beşdarî xwenîşandanê bûbû jî anî zimên ku çarenivîsa 4 hezar şervanan ne diyar e.

"Yadê bi xatirê te"

Helîma Nebî dayîka dîlekî Kurd e. Kurê wê di êrişa ji nişka ve ya Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li Dêr Hafirê de dîl ketiye.

17ê Kanûna Paşîn a borî, cara dawî bû ku ew bi kurê xwe re axivîbû û li bejn û bala wî nêrîbû.

Di peyama dengî ya dawî de ku kurê wê jê re şandiye, ew dibêje, "Yadê bi xatirê te."

Bangî Serok Barzanî dikin

Dayîka dîlê bi navê Îsmaîl Şêxmûsa, Helîma Nebiyê wiha hawar kir:

“Ez ji Serok Mesûd dixwazim, ez qurbana wî me, dîsa rûnenê. Bila Serok Mesûd li me bibe xwedî wekî wê carê.

Ez dizanim tu her car xwedî yî û ez dizanim tu xwediyê me yî. Vê carê jî li me xwedî derkeve, kezeba me peritî.

Kurê min li Dêr Hafirê bû. Du rojan ma û roja sêyem winda bû. Bila bê û rojiyê bi me re veke.

Dema xwişka wî xwarinê datîne, ez dibêjim 'Kevçî û qedeha wî jî bînin bila kêm nebe'.”

Ne tenê dilê Helîma Xanê dişewite, bi sedan malbatên wekî wê jî hawar dikin.

Dayîka dîlekî din jî bi dilşewatî axivî û got:

“Di destê dijminan de ne. Ji bo Xwedê, em rojê sed carî dimirin. Werin bi hawara me ve.

Ez qurbana we me, xortên me ji me re bînin. Em mirin û kes bi me nizane."

"2 hezar Kurd winda ne"

Piraniya şervanên ku li Dêr Hafir û Dêrezorê dîl hatine girtin, ketine destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê.

Endamê PYDyê û Berdevkê Malbatên Dîlan Yûsif Kut jî bal kişand ser rola Amerîkayê û got:

“Amerîkaya ku îro wekî garantor bi erkê xwe ranabe, ew bi xwe şahid bû li ser peymana ku li Dêr Hafirê bi heval Rohat re hat îmzekirin.

Li gorî wê peymanê diviyabû hêz di 48 demjimêran de xwe vekişînin lê hikûmeta demkî ya Şamê ew peyman bin pê kir.

Beriya ku zarokên me xwe vekişînin, wan sibeha zû zarokên me dorpêç kirin.”

Li gorî çavkaniyeke taybet ku Rûdawê ji nav HSDyê bi dest xistiye, di şerê dawî yê bi hikûmeta demkî ya Şamê re, di navbera hezar û 500 û 2 hezarî de Kurdên sivîl û şervan winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst