Hewlêr (Rûdaw) - Şîfa Gerdî rojnamegereke jixwebawer, bihêz û bibandor bû.
Kenê wê yê xweşik ti carî nayê jibîrkirin.
Ew keseke gelekî sade û dilnizm bû.
Rojnamegera Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî, di dema erkê xwe ya rojnamegeriyê de şehîd ket.
Bingehê akademîk û destpêka Rûdawê
Bingehê pîşeya Şîfa Gerdî akademîk bû.
Wê Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Selahedînê qedand.
Di dema xwendekariyê de gelekî zîrek û jêhatî bû.
Ew birçiya fêrbûnê bû û her kesî jê hez dikir.
Vê hezkirin û kelecana wê hişt ku ew bi hevalên xwe re "Koma 5+1" ava bike.
Şîfa Gerdî yekem rojnamegera jin bû ku di çirkeyên ewil de weşana Tora Medyayî ya Rûdawê da destpêkirin.
Şerê li dijî DAIŞê û dilovaniya wê
Şerê li dijî DAIŞê şiyana wê ya rojnamegeriyê zêdetir derxist pêş.
Lê karê giran û zehmet ew ji hestên wê yên mirovî û dilovaniya wê dûr nexist.
Wê di eniyên şer de kîroşkeke birîndar û bêçare di nav destên xwe de digirt û diparast.
Çala Xesfê û xatirxwestina ji nişka ve
25ê Sibata 2017an bû, xatirxwestina Şîfayê li Mûsilê, li nêzîkî "Çala Xesfê" ye.
Ew cihê metirsîdar ê ku DAIŞê kiribû goristana neyarên xwe.
Şîfa Gerdiyê jî li ser wê derê raporek amade dikir.
Lê belê mayînên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn çandin bi wê de teqiyan.
Şîfayê li wî cihî canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Şehîd Şîfa Gerdî anîn ber avahiya Rûdawê ya li Hewlêrê.
Êdî rû û hêsirên karmendên Rûdawê her tişt vedigot.
Şîfayê ji nişka ve xatirê xwe ji vê dinyayê xwest.
Hîn gelek çîrok, nûçe û rastiyên ku wê eşkere bikira mabûn.
Şîfa Gerdî bi laşekî bixwîn xatir xwest lê Rûdawê ew kir sembola rojnamegerên jin ên li hemû cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse