Mesrûr Barzanî: Xwîna şehîdan ti carî vala neçûye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Pêşmerge Şehîd Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Xwîna şehîdan ti carî vala neçûye û vê carê jî bi vala naçe.”

Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku ji bo parastina ax û rûmeta xwe, çi pêwîst be ew dê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Soranê beşdarî şîna şehîdan bû.

Mesrûr Barzanî got, “Ev şehîdên neheqî û îxaneta wê êrişê ne ku bê hincet li dijî komêk Pêşmergeyan hat kirin û şehîd ketin.

Xwîna şehîdan her tim bûye sedem ku em li welatê xwe bi serbilindî bijîn.”

Mesrûr Barzanî derbarê xwîna wan her 6 Pêşmergeyên ku berê sibeha doh şehîd ketibûn got: “Xwîna şehîdên me ti carî vala neçûye û vê carê jî vala naçe.”

“Em naxwazin tevlî ti şerekî bibin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji hemû xelkê Kurdistanê re xwest û got:

“Em ê li ser rêya şehîdên xwe bidomin. Hemû hêvî û armanca me parastina Kurdistanê ye. Em naxwazin tevlî ti şerekî bibin û em dixwazin Kurdistan parastî be.”

Mesrûr Barzanî xelkê Kurdistanê piştrast kir û ragihand:

“Ji bo parastina ax û rûmeta xwe, çi pêwîst be em dê bikin.

Welatên cîhanê jî piştgirî û sersaxiya xwe ji bo xelkê Kurdistanê aniye zimên.”

Berê sibeha 24ê Adara 2026an, Îranê bi şeş mûşekan êrişî bargeheke hêzên Pêşmergeyan a li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê kir.

Di encama wê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst