Li Amedê partiyên Kurdan êrişên Îranê şermezar kirin

1 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
5 partî û rêxistinan daxuyanî da
5 partî û rêxistinan daxuyanî da
Nîşan Amed Îran Partiyên Kurdan Êriş Şermezarkirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  5 partî û rêxistinên Kurdan êrişên Îranê yên li ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi bilindkirina alayên Kurdistanê şermezar kirin.

Li Amedê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PDK Bakur, Pêlkurd, HAK-PAR û Tevgera Vejînê ya Kurdistanê bi hev re êrişên Îranê yên li ser Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kirin.

Li ser Alaya Kurdistanê alozî derket

Di dema xwendina daxuyaniyê de ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê di navbera endamên partiyan û polîsan de alozî derket.

Polîsan ji endamên van partiyan xwest ku Alayên Kurdistanê daxin.

Ji ber ku daxwaza polîsan nehat qebûlkirin, di navbera komê û polîsan de alozî derket.

"Êrişî Alaya Kurdistanê kirin"

Parêzer Îbrahîm Guçlu li ser midaxeleya polîsan got:

“Dema ku Alaya Kurdistanê hat bilindkirin midaxele kirin. Gotin 'Hûn nikarin Alaya Kurdistanê bilind bikin' û êrişî Alaya Kurdistanê kirin.”

Çalakvan Ferîd Azad jî bertek nîşan da û got:

“Polîsan xwest em Alaya Kurdistanê daxin, helbet me jî li ber xwe da û me destûr neda vê yekê.”

Çalakvan Metîn Baysungur diyar kir ku polîsan bi awayekî kêfî tevdigerin û wiha pê de çû:

“Em li vê derê civiyane, me xwest bi Alaya Kurdistanê ya fermî daxuyaniyê bidin.

Lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji Alaya Kurdistanê aciz bûn.

Wan bi awayekî kêfî dixwest pêşiya me bigirin. Aloziyeke biçûk derket lê niha qediya.”

"Îran dijminatiya xwe dide der"

Endamên partiyên ku bi hev re êriş şermezar kirin, xwest ku êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê di demeke herî zû de werin rawestandin.

Birêvebirekî PSKyê Hesen Dagtekîn axivî û got:

“Dewleta Îranê ya dagirker, kolonyalîst û terorîst bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bêtehemuliya xwe û dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurdistanê dide der.”

Êrişên Îranê di rojeva Amedê de ne

Êrişên Îranê yên li ser Pêşmergeyan li kuçe û kolanên Amedê jî rojeveke sereke ne.

Çalakvan Azad Ceyhan got, “Bi rastî ev dewleta zalim, ev dewleta ku hiqûqê nas nake... Ev Îran bi sedan sal in vê zilmê dike, ne tenê îro ye.”

Çalakvan Evîn Azadê bal kişand ser girîngiya statuyê û anî zimên:

“Heta tu nebî xwedî statuyekê, xwedî dewletekê... Em dibînin ku tu federal jî bî nikarî xwe bi temamî ji van êrişan biparêzî.

Ji ber vê yekê divê demildest çareseriyeke mayînde ji bo çarenivîsa miletê Kurd bê dîtin, li her çar parçeyên Kurdistanê jî.”

Çalavan Barbaros Geçer jî bi van gotinan nerazîbûna xwe anî zimên:

“Em qebûl nakin, em gelekî pê aciz in. Em protesto dikin, em qebûl nakin.”

Li gorî xelkê Amedê rêya herî aqilane ya ji bo Îranê naskirina mafên Kurdan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye