Hewlêr (Rûdaw) - Tamer Tanrikuluyê ku 32 sal bûn girtî bû, piştî ku hat berdan li bajarê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Tamer Tanrikulu doh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa Tyê ya Aksarayê hat berdan.
Piştî berdanê, Tanrikulu çû Amedê û li wir ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Tanrikulu Adara 1994an hatibû girtin û wê demê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê cezayê heta hetayê lê birîbû.
Berdana Tamer Tanrikulu beriya niha 6 caran hatibû bipaşxistin.
Li taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê ya Amedê, malbat, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji bo pêşwazîkirina wî amade bûn.
Gelek welatî bi kulîlk, tilîlî û çepikan gihîştin pêşiya mala wî û vegera wî pîroz kir.
Tanrikulu di dema girtina xwe ya 32 salan de li gelek girtîgehên cuda hatibû girtin.
Di nav wan de girtîgehên Bergama, Çankiri, Yozgat, Çewlîg, Bursa û Elbistanê jî hebûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse