Mazlûm Kobanî: Ji bo yekrêziyê di çend rojên pêş de encamên baş eşkere dibin

25-04-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Şanda kesayetî û rewşenbîrên Kobanî ligel Mazlûm Kobanî civiya
Şanda kesayetî û rewşenbîrên Kobanî ligel Mazlûm Kobanî civiya
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Yekrêziya Kurdî Mazlûm Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî îro ligel şandeke kesayetî û rewşenbîrên Kobanî civiya. Kobanî ragihand ku di rojên bê de dê hewlên nêzkîbûnê berhemên baş bidin û dilê xelkê Rojavayê Kurdistanê xweş bikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî, li gel şandeke rewşenbîrên Kobaniyê civiya. Ev yekem civîna wê şandê ye ku berî niha destpêşxeriyek bo yekrêziya aliyên siyasî dabûn destpêkirin.

Mezlûm Kobanî mizgîniyek da û got, pêşketinên baş hene û wê encamên wê di rojên bê de xuya bibin.

Fermandarê HSD daxwaz ji hemû partî û dezgehên civaka sivîl kir, piştgîriya yekrêziya mala Kurdî bikin û tekez kir, bê yekrêzî û yekîtiyê ti çareseriyek tine ye.

Mazlûm Kobanî got: “Înîsiyatîve karê xwe baş rêve dibe, gelê me û tevahiya aliyên siyasî û hêzên Kurdistanê piştgiriya xwe ji înîsiyatîve re nîşan didin. Em ji bo vê yekê hêvîdar in xebatên yekîtiyê dê serbikevin.”

Destpêşxeriya parzêr û kesayetên Kobanî ji 7 xalan pêk tê ku ew xal ji bingehên sereke yên rêkeftinên berê di navbera ENKSê û TEV-DEMê de hatibûn encamdan. Herwiha wiha şandê çend tebînî û nerînên xwe jî amada kirine daku bigihîne hemû aliyên peywendîdar.

Di civînê de, şandê piştgîriya xwe ji bo înisiyatîva HSDê ya nêzîkirina aliyên siyasî nîşan dan û xwestin, di rojên bê de gavên praktîk bêne avêtin.

Yek ji endamê şandê Dr.Bextyar Hisên jî got: “Sê rêkevtin hebûn di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Rêveberiya Xweser de ew jî; Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Duhok bû. Lê mixabin ew rêkevtin neketin pratîkê, lê şert û mercên wê heyama cudatir bûn.”

Biryar e şanda keysayetî û rewşenbîrên Kobanî, sibe bi ENKSê û PYDê re jî bi cuda bi mebesta mebesta gengeşekirina  nakokiyan û sedemên nelihevkirinê bicive.

Endamê ENKSê Mohsin Tahir jî dibêje: “Em bi hêvî ne ku yekrêzî carekedin li ser bingeheke xurt çêbibe û neyê hilweşandin.”

Li gor daxuyaniyên ENKS û TEV-DEMê ku vê carê  ji carên  din zêdetir her yek ji Herêma Kurdistan,  Amerîka, Birîtaniya û Fransa û herwiha Almanya jî  guvaşeke zêdetir dikin daku  ev yekrêzî bi ser bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst