Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Îraqê gihîşt Şamê

25-04-2025
RÛDAW
Nîşan Hemîd Şetrî
A+ A-

Amed (Rûdaw) –Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Îraqê Hemîd Şetrî li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî gihîşt Şamê û dê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bicive.

Ofîsa Serokwezîriya Îraqê ragihand, şandeyeke fermî ya Îraqê bi serokatiya Hemîd Şetrî, gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê û dê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê re bicive."

Li gorî Ofîsa Sûdanî, şande ji van berpirsên jêrîn pêk tê; Berpirsên Fermandariya Hêzên Sînor ên Wezareta Navxwe, Wezaretên Petrol û Bazirganiyê û Desteya Deriyên Sînorî.

Yek ji mijarên girîng ên ku şandeya Îraqê dê bi berpirsên Sûriyeyê re gotûbêj bike, lêkolîn li ser îhtîmala nûjenkirina boriya petrolê ya Îraqê ye ji bo hinartina petrolê ji rêya axa Sûriyeyê ber bi benderên Deryaya Spî ya Navîn ve.

Ofîsa Serokwezîriya Îraqê dibêje, şandeya Îraqê dê bi aliyê Sûriyeyê re li ser hevkariyê di warê têkoşîna bi terorê re, pirsên ewlehiya sînor û firehkirina derfetên danûstandina bazirganiyê bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be gotûbêj bike.

Wekî di daxuyaniyê de hatiye, gotûbêjên şandeya Îraqî li Şamê tekezî li ser piştgiriya Îraqê û pabendiya wê ya li hemberî yekparçeyiya axa Sûriyeyê û girîngiya aramiya Sûriyeyê ji bo ewlehiya niştimanî ya Îraqê û ewlehiya herêmê de dike.

Roja 26.12.2024an, şandeyeke Îraqî bi serokatiya Hemîd Şetrî serdana Şamê kiribû û bi Ehmed Şer re civiyabû.

Piştî ketina desthilata Beşar Esed, ew şande yekem şandeya Îraqî bû ku serdana Şamê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst