Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê keçeke 14 salî bi îdiaya ku bavê wê destdirêjî lê kiriye, kêr li qirika bavê xwe da û ew kuşt.
Keçik piştî bûyerê çû navenda polîsan û xwe radest kir.
Bûyer roja înê li taxa Guzel Vadiyê ya parêzgeha Dîlokê çêbû.
Li gorî agahiyan keça 14 salî E.B.yê bi kêrê êrişî bavê xwe Alî B.yê 42 salî kir.
Alî B.yê ku ji qirika xwe birîndar bûbû bi derba kêrê ket û mir.
Piştî bûyerê, E.B. rasterast çû navenda polîsan û xwe radest kir û li tawana xwe mikûr hat.
Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û piştrast kir ku Alî B. miriye.
Termê wî ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Dadî.
Îdiaya destdirêjiyê
E.B.yê di îfadeya xwe ya destpêkê de îdia kir ku bavê wê demeke dirêj e destdirêjiyê lê dike û wê ji bo parastina xwe ev kar kiriye.
Hat zanîn ku Alî B. di bernameyeke televîzyonî de bi nasnavê "Cin Alî" dihatiye naskirin.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh da destpêkirin ku rastiya îdiayên destdirêjiyê û hûrgiliyên bûyerê diyar bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse