Navenda Metro daxwaza azadkirina peymanêrê NRTyê kir

25-05-2017
RÛDAW
Nîşan NRT Germiyan Silêmanî Rojnamevan Aram Bextiyar Navenda Metro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Metro ya ji bo berevaniya mafên rojnamevanan daxwaza azadkirina peyamnêrê kanala NRT, Aram Bextiyar kir, ku heyama 4 rojan e ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îdareya Germiyanê ve hatiye desteserkirin.

 

Peyamnêrê kanala televizyona NRT a Herêma Kurdistanê, Aram Bextiyar 4 roj berî niha li navçeya Kifrî ya rêveberiya Germiyanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve hatiye desteserkirin.

 

Navenda Metro ya ji bo berevanîkirina mafên rojnamevanan di daxuyaniyekê de daxwaza demildest berdana wî peymanêrê NRTyê kir, ku di roja 22ê Gulana îsal de li Kifriyê hatiye desteserkirin.

 

Derbarê sedema desteserkirina wî peyamnêrê NRTyê de, Navenda Metro dibêje: “Bi sedema belavkirina raportekê li ser biryara dawiyê ya dadgehê ku taybet bû bi dadgehîkirina hevwelatiyekî ku ji ber çend tohmetan hatibû desteserkirin, ji wan jî tohmeta dizîna şîr û pêçûkê zarokan, Aram Bextiyar hatiye desteserkirin.”

 

Navenda Metro herwiha dibêje: “Raporta wî rojnamevanî ti bandorek li ser lêkolîna derbarê wê dosyayê û proseya dadgehîkirinê de nebûye.”

 

Ji aliyekî din ve, her îro pêncşembiyê ji bo şermezarkirina desteserkirina wî rojnamevanî, kombûneke nerazîbûnê li pêşiya ofîsa kanala NRT li Silêmaniyê hat lidarxistin û tê de daxwaza berdana Aram Bextiyar hat kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst