Agirê li Şarbajêr devereke berfireh daye ber xwe

19-06-2023
RÛDAW
Agir bi zevî û daristanên 5 gundan ketiye û heta niha 1000 donim zevî şewitîne.
Agir bi zevî û daristanên 5 gundan ketiye û heta niha 1000 donim zevî şewitîne.
Nîşan Şarbajêr Silêmanî Agir Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê, agirê ku ji duh ve dest pê kiriye, heta niha nehatiye kontrolkirin. Li gor zanyariyan, agir bi zevî û daristanên 5 gundan ketiye û heta niha 1000 donim zevî şewitîne. Herwiha çend kes jî ji ber derxistina agir hatine desteserkirin.

Li qezaya Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê ve ji duh Duşemê ve agir bi zeviyên çandiniyê û daristanên navçeyê ketiye.

Ew du roj in agirê li navçeyê berdewam e û tevî hewldanên tîmên agirvemirandinê, ekîbên Polîsên Daristan û Jîngehê û xelkê navçeyê, agir hêj nehatiye kontrolkirin û her ku diçe gur dibe.

Rêveberê Ragihandinê yê Polîsên Daristan û Jîngehê yên Silêmaniyê, Hêmin Kemerxan Efendî ji Rûdawê re got, agir bi zeviyên 5 gundan ketiye û heta niha zêdeyî 1000 donim zevî şewitîne.

Hêmin Kemerxan Efendî got: "Agir li paş navçeya Çwartayê ket, lê piştre li gundên derdorê yên Banan, Kenarwê, Swêwinig, Kanî Şwan, Pîrêsk, Nurebabê belav bû. Heta niha ji ber agir bi qasî 1000 donimî şewitiye û zerareke mezin a madî rû daye." 

Hêmin Kemerxan Efendî herwiha got ku heta niha çend kes bi tohmeta derxistina agir hatine desteserkirin û lêkolîn derbarê wan de berdewam e.

Qeymiqamê  Navçeya Şarbajêr Şaho Osman ji Rûdawê got, ku hêj agir nehatiye kontrolkirin û hebûna mayinan û dijwarîya deverê karê tîmên bergirîya sivîl dijwar kiriye.

Şaho Osman got, "Agir heta niha bi temamî nehatîye kontrolkirin. Şewat duh piştî nîvro derket. Tîmên parastina sivîl hewl didin kontrol bikin, lê dîsa jî bi temamî nayê kontrolkirin."

Bi gotina Şaho Osman, Tîmên Berevaniya Sivîl ên Şarbajêr, Polîsên Daristan û Jîngehêa, Berevaniya Sivîl a Nahiya Sîweyil û welatiyên herêmê ji bo kontrolkirina şewatê bi hev re kar dikin.

Derbarê sedema derketina agir de jî Şaho Osman got ku îro serê sibehê lêkolînek hatiye destpêkirin û dema ku her tişt eşkira bibe, dê encam bên ragihandin. 

Herwiha derbarê ziyanên şewatê de jî Qewmiqamê Şarbajêr got: "Şewatê qadeke mezin a sînorê bajêr daye ber xwe. Hinek cihên ku agir derketiye ji ber ku zehmetin otomobîlên agirkujiyê nikarin bigihîjin her derê û tam nayê zanîn ka ziyan çiye."

Şaho Osman tekez kir ku hebûna mayinan û asêbûna deverê karê tîmên peywendîdar û welatiyan dijwartir kiriye ku agir vemirînin.

Birêveberê Polîsên Daristana Şarbajêr Muqedem Karzan Nûreddîn jî ji Rûdawê re eşkere kirk u agir gihîştiye deştên gundên Nûrk û navçeya mayînkirî û heta niha bêtirî 7 mînan ji ber agir teqîne, lê ti ziyan ji ber teqînan nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst