Masiyên Gola Wanê koç dikin lê qaqlîbaz di kemînê de ne

25-05-2025
Qaqlîbaz masiyan dixwin / Wêne: AA
Qaqlîbaz masiyan dixwin / Wêne: AA
Nîşan Wan Koça Masiyan Kefalên Mirarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koça Masiyên Gola Wanê (Kefalên Mirarî) berdewam dike lê gelek ji wan dibin qûtê qaqlîbazên di kemînê de.

Kefalên Mirarî ji bo hêkên xwe li avên şêrîn bikin û nifşê xwe bidomînin her sal di navbera 15ê Nîsan û 15ê Tîrmehê de ji Gola Wanê ber bi avên şêrîn koç dikin.

Bi hezaran geştyar bi armanca şopandina koça masiyan li peravên çem û rûbarên ku diherikin Gola Wanê kom dibin.

Geştyaran diyar kir ku koça masiyan dîmenên nuwaze pêşkêşî wan dike û koça ji bo domandina nifşê xwe balkêş e.

Di dema koça masiyan de qaqlîbaz li ser tengavên rêyên ava şêrîn bi cih dibin û ji xwe re masiyan digirin.

Wênegir jî ji bo tomarkirina van dîmenan li Benda Masiyan a li navçeya Erdîşê kom dibin.

Geştyarê bi navê Mihemed got:

“Em dixwazin her kes were vê derê bibîne. Em bi hevalan re hatin vê derê û em vê derê gelekî diecibînin.”

Li gor amarên Saziya Çandinî û Daristanan a Wanê, her sal zêdeyî 10 hezar ton masî ji Gola Wanê tên girtin û nêzîkî 15 hezar malbat debara xwe bi masiyan dikin.

Her sal di navbera 15ê Nîsan û 15ê Tîrmehê de ji ber ku dema koçkirin û hêkkirinê ye, li Gola Wanê girtina masiyan tê qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst