Zilamek kuşt, ji bo were berdan divê 100 hêştirî bide

25-05-2025
RÛDAW
Dê û bavê şofêr / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Dê û bavê şofêr / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Kerkûk Hêştir Şerîet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî Xirîstiyan li taxa Şorawayê ya bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê li karkerekî qelibî, ew gihande nexweşxaneyê lê wî li ber xwe neda û mir.

Qezaya trafîkê bûye sedema mirina karkerekî û  ji ber wê ew ciwan 20 roj in li ber dadgehê ye.

Xizmên karkerê mirî 100 hêştiran an jî 100 milyon dînarên Îraqê ji ber xwînê dixwazin ku giliyê xwe vekişînin.

Ciwanê Xirîstiyan bi otomobîla xwe li karkerî dixe, wî bi birîndarî dibe nexweşxaneyê lê piştî 24 saetan karker dimire û ew jî xwe radestî polîsan dike.

“Em bangî Kek Mesûd û Nêçîrvan Barzanî dikin”

Dayîka şofêr Krîmatî Îlyan ji berpirsên Herêma Kurdistanê xwest ku têkevin navberê da ku pirsgirêk were çareserkirin.

Dayîka şofêr Krîmatî Îlyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Em ji ber mirina wî xemgîn bûn lê wan di civîna eşîran de 100 milyon dînar xwest.

Em dê vî pereyî ji kû bînin? Kesî me nîne, em bangî Kek Mesûd û Nêçîrvan Barzanî dikin ku di çareserkirina vê mijarê de alîkariya me bikin.

Ji ber ku ji bilî Xwedê tenê ew her du ji me re mane.”

Li gorî gotinên Melayê Mizgefta Qubeyê ya Kerkûkê Zana Adil ku xizmên qurbanî jê xwestiye pirsgirêkê çareser bike, diyar kir ku pere ne gelekî zêde ye.

Melayê Mizgefta Qubeyê ya Kerkûkê Zana Adil anî ziman:

“100 milyon ne dawiya her tiştî ye. Ev pere hat xwestin û hêvî heye ku were kêmkirin.

Li gorî mezinahiya bûyerê ne zêde ye.

Xaniyek were kirîn û meaşek were dayîn da ku zehmetiyên malbatê kêm bike.”

“Diyarkirina 100 hêştiran êdî nayê bikaranîn”

Meclisa Fetwayê ya Kerkûkê diyar kir ku xwestina 100 milyon dînarên Îraqî an jî li beramberî wê 100 hêştir tiştekî zêde ye û ti mînakên wê nînin.

Serokê Meclisa Fetwayê ya Kerkûkê Azad Hurmuzyar ragihand:

“Diyet di şerîeta Îslamê de 100 hêştir in lê ji zêdetirî 1000 salî ve nayên bikaranîn.

Ev bûyer qeder û qeza ye, çi mirin di encama xeletiyê de hebe an jî bûyereke tesadufî be.

Şofêr qurbanî nas nedikir û di navbera wan de ti nakokî nebûn.

Ji bo rewşên wiha, Xweda dibêje, aştî çêtir e.”

Şofêr bi tohmeta leza zêde tê sûcdarkirin û malbata karkerê mirî giliyê xwe venakişîne.

Kesê ku di qezayê de miriye 21 salî ye, bavê zarokekî ye û xizmên wî dibêjin, ew dê bêyî lihevkirinê giliyê xwe venekişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst