Çûn û hatina di deriyên sînorî yên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê re zêde bûye

25-06-2025
Abdulselam Akinci
 Deriyê Bazirganê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Deriyê Bazirganê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Deriyê Bazirganê Çûn û Hatin Îran
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Li Deriyê Bazirganê yê sînorî ku dikeve navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, çûn û hatina zêde ya xelkê ji ber şerê Îran û Îsraîlê gelekî zêde bûye.

Şerê Îsraîl û Îranê bû sedem ku geştên asmanî li temamê welatên cîranê Îranê ji ber mûşekan rawestin û qerebalixiyeke zêde li ser sînoran çêbibe.

Ragihandina agirbestê dilê xelkê xweş kiriye û xelk hêvî ku agirbest demdirêj be û jiyana wan careke din asayî bibe.

Ji nebûna geştên asmanî nêzîkî du hefteyan e rojane bi sedan di Deriyê Bazirganê yê li Agiriyê re çûn û hatine dikin.

“Di çûn û hatinê de ti pirsgirêk nînin”

Numan Îlhanê ji Bakurê Kurdistanê got, “Em ji Hemedanê tên em xelkê Bazidê ne. Em diçûn û tên. T pirsgirêk nîne.”

Mesûd Mehmûdzadeyê ji Îranê jî got, “Em ji Stenbolê diçin Îranê. Ji ber balafir nîne em van rêwiyan vediguhezin Tebriz û Tehranê.”

Adem Aslanê ji Agiriyê jî got, “Ez ji bo aboriya mala xwe diçim Bazirganê. Karê me ev e.”

Kurdekî Makûya Rojhilatê Kurdistanê jî got, “Ez ji Makûyê me, ez ji bo xebatê diçim Tirkiyeyê. Di çûn û hatinê de ti pirsgirêk nînin.”

Emîr Xambabazadeyê ji Îranê jî got, “Ez malbata xwe meraq dikim ku herim wan bibînim.”

Pişti 12 rojên şerê dijwar niha bi ragihandina agirbesta duali dilê xeêkê Îranê ji tirsa berwedamiya şer rizgar bûye.

“Şer tişteki kujer e”

Esker Aftabiyê ji Îranê jî wiha got:

“Spas ji Xwedê re ku agirbest hatiye ragihandin. Şer tişteki kujer e, can distine.

Em naxwazin ku zerer were canê însanan.”

“Aştî çêbe ji bo me hemûyan baş e.”

Mûhsin Nuriyê Îranî jî got, “Ez ji Tebrizê me, şer em ûzarokan me tirsand. Înşallah edî şer nebe, aştî çêbe, aştî ji bo me hemûyan dê baştir bibe.”

Li gori amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê par milyonek û 313 hezar kes di deriyê Deriyê Bazirganê çûn û hatin kirine.

5 mehên destpêkê yên îsal jî 451 hezar û 525 kesan hatin û çûn kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst