Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara vekirina asmanê Îraq û Başûrê Kurdistanê îro Xeta Asmanî ya Îraqiyê sefera xwe ya yekem ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê encam da.
Birêvebiriya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand ku Xeta Asmanî ya Îraqiyê seferên esmanî ji bo Balafirgeha Silêmaniyê û berovajî encam dan.
Birêvebiriyê da zanîn ku biryar e xetên asmanî yên din jî li gorî plana xwe, piştî birêkxistina nexşeya seferan dê dest bi seferan bikin.
Destpêkirina seferan piştî wê yekê tê ku ji roja 13ê vê mehê ji ber şerê Îran û Îsraîlê asmanê Îraq û Başûrê Kurdistanê hatibû girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse