Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileyên germahiyê ji asta demsalê gelekî zêdetir bûne.
Li 50 parêzgehan germahî ji 35 pileyan derbas bû û li navçeyên Cizîr, Silopya û Misircê jî germahî derket ser 46 pileyan.
Li gorî amarên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileyên germahiyê dê 6 heta 12 pileyan di ser asta demsalê re bin.
Doh di navbera saet 09:00 û 12:00an de pileya herî bilind a germahiyê li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê 46,6, li navçeya Silopyayê ya Şirnexê 46,4 û li navçeya Cizîrê jî 46,3 pile hat pîvandin.
Pileyên germahiyê li parêzgehên Edene, Semsûr, Afyonkarahîsar, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bartin, Êlih, Bîlecîk, Çewlîg, Bedlîs, Bolu, Burdur, Bursa, Çorum, Denîzlî, Amed, Duzce, Edîrne, Xarpêt, Eskîşehîr, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Isparta, Îzmîr, Mereş, Karabuk, Kastamonu, Kirklarelî, Kilîs, Kocaelî, Konya, Kutahya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mugla, Mûş, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sînop, Riha, Şirnex, Dêrsim, Uşak, Wan û Yalovayê ji 35 pileyan derbas bû.
Li van 50 parêzgehan germahî li gorî navçeyan di navbera 35 û 46,5 pileyan de bû.
Tê pêşbînîkirin ku pileyên germahiyê dê vê hefteyê jî di ser asta demsalê re bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse