PAK û PSK çima nabin yek partî?

25-09-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk û Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel li ser hewldanên yekbûna PAK û PSKê axivîn
Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk û Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel li ser hewldanên yekbûna PAK û PSKê axivîn
Nîşan PAK PSK
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li Amadê beşdarî bernameya Rûdawê ya “Taştê” bûn û li ser hevkariya di navbera herdu partiyan de û hewldanên yekbûna PAK û PSKê axavin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk dibêje ku ew amade ne li ser xalên neteweyî û demokratîk ligel her partiyeke Kurdistanî bibin yek, an jî eniyeke ava bikin.

Mistefa Ozçelîk wiha got: “Ji damezrandina PAKê heta îro em bi zelalî dibêjin ku ew alî û partiyên wek bername, siyaset û rêbaz nêzîkî hev bin divê di nav yek partiyê de cih bigrin. Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi partiyeke azadîxwaz, millî, demokratîk û Kurdistanî heye. Li ser vê yekê me partiya xwe damezirand. Me ji sala 2014an vir ve ligel partiyên Kurdistanê gelek karên hevbeş meşandin, lê her diçû hinek ji wan berê xwe dan cihên din. Niha em û PSK mane ku xebatên xwe bi hevbeşî dimeşînin.”

Ozçelîk da zanîn ku wan ji bo partiya xwe ligel PSKê bikin yek hinek xebat kirine, lê aliyê PSKê hêj biryara xwe zelal nekiriye û ew di navxwe de mijarê gotûbêj dikin û wiha pê de çû: “Em wek Partiya Azadiya Kurdistanê bi zelalî dibêjin ne navê partiya me û ne jî navê serokê partiya me ne xeta sor e ku em ligel aliyeke din bibin yek. Em amade ne ligel PSK û partiyên din ên nêzîkî me bibin yek.”

Derbarê yekîtiya partiyên Bakurê Kurdistanê de Ozçelîk dibêje: “Em niha li Bakurê Kurdistanê nikarin hemû partiyan bikin yek û jixwe nerast e jî. Em weke PAK dibêjin ku partiyên îslamî yên Kurdistanî dikarin di nava xwe de bibin yek, partiyên sosyalîst û komunîst jî di nav xwe de û partiyên neteweyî û demokrat jî di nav xwe de dikarin bibin yek. Em xwe weke partiyeke neteweyî, demokrat û Kurdistanî bi nav dikin. Di nav me de kesên sekûler û yên dindar jî dikarin cih bigrin. Em xwe wek partiyeke sosyalîst, komunîst an dindar nabînin. Em dikarin hevkariyê hev bikin, lê heyf e em ew aliyên nêzîkî hev di nav dikanên biçûk de enerjiya xwe xerc bikin, ev lûksa me nîne.”

Serokê PAKê diyar kir ku armanca wan a sereke “mafê çarenivîsa miletê Kurd e” û ew jî di çarçoveya sistema federalî, konfederal an jî serxwebûnê de dikare were pêkanîn, lê li gor mercên îro çareseriya herî guncav sistema fedaralî ye.

Li ser mijara yekîtiya PSK û PAKê Bayram Bozyel jî wiha axivî: “Pirsa yekîtiyê pirseke stratejîk e. Ji ber ku mesela Kurd meseleyeke milî ye, ev mesele bê hevgirtin çênabe. Ev xebatên me yên hevbeş ligel PAKê ji vê siyasetê der tê. Pêwîstî heye ku aliyên Kurd li hemberî dijminên xwe hêzên xwe bikin. Armanca me ya sereke ew e ku divê îro em bikaribin di siyaseta Kurd û xeta neteweyî de navnîşaneke xort pêk bînin. Rêyên wê yên cuda hene, em dikarin ligel partiyeke bibin yek an jî eniyekê ava bikin.”

Bayram Bozyel da xuyandin ku ew ligel PAKê mîna yek partiyekê kar dikin hema hema piraniya xebatên wan hevbeş in û got: “Siyaset tenê bi rêyeke nameşe ya me jî ev rê ye. Me niha navber dane hewldanên em bi PAKê re bibin yek partî.”

Weke çareserî bo pirsa Kurd, Bayram Bozyel dibêje partiyan wan ev 40 sal e heta niha di wê baweriyê de dewletbûn û serxwebûn mafê gelê Kurd e, lê di mercên îro de çareseriya herî rasteqîne federasyon e.

Bozyel li ser mijara mafê zimanê dayîkê jî got: “Divê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermi û sereke û heta ku li bajarên Tirkiyê jî ligel zimanê Tirkî bibe zimanê duyemîn ê fermî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst