Li Wanê êrişa bi çekê: Dayîk û 2 kurên xwe hatin kuştin

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Qesrik Kuştin Malbat Bulbul Ozcan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekê de dayîk û 2 kurên xwe hatin kuştin.

Li gundê Qesrikê yê navçeya Payîzavayê doh êvarê bi çekan êrişî malbatekê hat kirin.

Di êrişê de Bulbul Ozcana 70 salî û kurên wê Sînan (50) û Osman Ozcan (45) hatin kuştin.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn gund.

Hêzên ewlehiyê li gund tendbirên ewlehiyê wergirtin.

Her wiha li ser bûyerê 4 kes jî hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku di navbera malbatan de dijminantî hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst