Li Êlihê dê û bav û keç û kur hatin kuştin

15-09-2025
Cihê bûyerê / Wêne: AA
Cihê bûyerê / Wêne: AA
Nîşan Êlih Malbat Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ya Êliha Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de dayîk, bav û 2 zarokên wan hatin kuştin.

Parêzgariya Êlihê ragihand ku şeva borî saet 22:55an li ser rêya gundê Newalê yê navçeya Qubînê hinek kesên ku nasnameya wan hîn nehatiye diyarkirin bi çekan êrişî otomobîla wê malbatê kiriye.

Zarok 5 û 9 salî ne

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişê de M.Ş. û hevjîna wî T.Ş., keça wî E.Ş. (9 salî ye) û kurê wî A.Ş. (5 salî ye) mirine.

Parêzgariya Êlihê di daxuyaniya xwe de got:

"Derbarê bûyerê ji aliyê serdozgeriya komarê ve dest bi lêpirsîna dadî hatiye kirin û yekîneyên me yên ewlehiyê jî bi lez dest bi xebatên ji bo ronîkirina bûyerê kiriye.

Dê li ser pêşhatan çapemenî û raya giştî werin agahdarkirin."

Term ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Tîmên lêkolînanan, li ser otomobîla ticarî ya sivik a bi plakaya 72 EK 339 a ku rastî êrişa çekdarî hatibû jî lêkolîn kirin.

4 kes hatin desteserkirin

Parêzgariya Êlihê vê sibehê jî destnîşan kir ku 4 gumanbar hatine desteserkirin û kar û barên wan ên ji bo îfadewergirtinê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst