Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îranê li deverên sînorî yên Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê gule li hinek kolberan reşandin û di encamê de kolberek hat kuştin.
Kesê hatiye kuştin Qasim Ezîzî yê 47 salî yê xelkê Baneyê ye û zewicî bû û du zarokên wî hene.
"Bêyî hişyarî gule berdan"
Kolberên ku bi Qasim Ezîzî re bûn ji rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê re ragihand ku hêzên Îranê bêyî hişyariyeke pêşwext gule li wan reşandine.
Wan her wiha diyar ku gule li milê çepê yê Qasim Ezîzî ketiye û ji ber vê yekê canê xwe ji dest daye.
Bûyer li sînorê Belesnê yê Baneyê qewimiye û wan termê Qasim Ezîzî biriye Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya li Baneyê.
Li Newsûdê 3 kolber birîndar bûn
Doh jî sê kolber li sînorê Newsûdê bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûbûn.
Li gorî amarên Ajansa Kolber Newsê, şeş mehên destpêkê yên îsal herî kêm 30 kolber li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê canê xwe ji dest daye û 13 ji wan bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse