Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke xêrxwaz a ji gundê Sawanê yê bajarê Baneyl yê Rojhilatê Kurdistanê, pêdiviyên xwendinê yên bi sedan xwendekarên gundê xwe û du gundên cîran dabîn dike.
Ev alîkarî di demekê de tên kirin ku ji ber rewşa aborî ya xirab, gelek xwendekar neçar dimînin dev ji dibistanê berdin.
Niştecihê Gundê Sawanê Ebûbekir Mirwetî:
“Ev dibistana ku em niha lê amade ne, 6-7 sal berê birayên Mistefewî kurên Mame Xileyî Sawanî ku berê vir bûn û niha li Tehranê bicih bûne, keda xwe da û dibistanek ji bo me ava kir.
Xwedê ji wan razî be. Piştî wê jî, ev 3-4 sal in ku her sal pêdiviyên dibistanê yên wekî nivîsîn û cilan ji bo xwendekarên hêjar amade dikin.”
Dibistan 6 sal in ji aliyê malbata Mame Xileyî Sawan ve ku niha li Tehranê dijîn hatiye avakirin û 260 xwendekar tê de dixwînin.
Ev 4 sal in malbata xêrxwaz hemû pêdiviyên xwendinê û cilên hemû xwendekarên du gundên din jî yên bi navên Weşkere û Hemreşalê dabîn dike.
Niştecihê Gundê Sawanê Mistefa Genduman jî got, “Ev malbata ku jê re dibêjin Malbata Mistefewî, nêzîkî 4 sal in li pey hev vî karê xêrê dike.
Sê salên li pey hev, amûrên ji bo nivîsînê da zarokan. Îsal jî cil dan. Her zarokekî du dest cil du cot sol ji bo wan hatin kirîn.
Ji bo mamosteyan jî her yekî du dest cil dan. Ez jî bi navê xwe û bi navê Birêvebiriya Dibistana Sawanê spasiya vê malbatê dikim. Înşallah mînakên wiha zêde bibin.”
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, peydakirina pêwîstiyên xwendinê li pêşiya xwendekarên hêjar hene.
Li gorî amarên dawî, ji bo sala nû ya xwendinê, 100 hezar xwendekaran dev ji xwendinê berdaye.
Mamosteyê malnişîn Ebdulah Fetahî jî got, “Her sal amûrên nivîsînê û pêdiviyên xwendinê ji bo zarokan dabîn dikin.
Du salên pêşîn tenê zarokên gundê Sawanê di nav de bûn. Sala sêyem, amûrên nivîsînê ji bo hemû zarokên dibistanên seretayî û navîn ên gundên Sawan, Weşkere û Hemreşalê hatin dabînkirin.
Îsal jî ku sala çarem e, ev merasîm hat lidarxistin û cil ji bo zarokên van sê gundan hatin amadekirin.
Her yekî du cot sol ji bo kuran, du dest cil jî ji bo keçan. Em hêvîdar in ku dewlemendên din jî çav li wan bikin û ev kar berdewam be û bi pêş bikeve.”
Ji ber daketina nirxê tumenê li hemberî dolarî, nirxê pêdiviyên xwendinê li Rojhilatê Kurdistanê pir zêde bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse