RIHA - 18 girtî bi jehrê ketin

25-10-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Bijehrêketin Girtî Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reş a parêzgeha Rihayê, 18 girtî bi gumana bijehrêketina ji xwarinê rakirin nexweşxaneyê.

Bûyer li Girtîgeha Tîpa Tya Hejmar 1a Curnê Reş qewimî.

Li gorî îdiayan, girtiyên ku di jûrên xwe de xwarina xwe çêkiribûn xwarin, piştî demekê bi nîşanên wekî xelandin, verişîn û zikêşiyê ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn girtîgehê.

Piştî midaxeleya destpêkê ya li revîra girtîgehê, 18 girtî di bin tedbîrên ewlehiyê de bi ambulansan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiya girtiyan baş e.

Piştî bûyerê, ji xwarin û ava girtîgehê nimûne hatin wergirtin û ji bo lêkolînê şandin laboratuvarê.

Polîs û cendirmeyan jî li derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst