Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundiya li dijî Jinan de peyamek belav kir û ragihand, hikûmet ji bo têkoşîna li dijî her cure şîdetê, bi taybetî li dijî cudakarî û tundiya li ser jinan xwedî helwesteke neguher e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Yek ji erkên pêşîn ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêkanîna zemînê bûye li ber jinên Kurdistanê, da ku rola xwe ya aktîv û bi bandor û hêja di pêgehên cûr bi cûr ên hikûmraniya Herêma Kurdistanê de bilîzin. Herwiha em bi hemû awayî hewla pêşvebirina çanda rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan û nehiştina cudakariya regezî li Kurdistanê didin.”
Di beşeke peyama xwe de Mesrûr Barzanî dibêje, “Jinên Kurdistanê di salên borî de destkeftên girîng bi dest xistine, lê belê mixabin hîn jî asteng û zehmetî hene û rastî tundiyê tên.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Em hêvî dikin bi hevkariya hemû aliyan û pêkhateyên civakê, dawî li hemû cûre tundûtûjî û cudakariyên regezî bînin û Herêma Kurdistanê bibe nimûneyeke geş a parastina mafên jinan û mafên mirovan bi giştî.”
Salane li Herêma Kurdistanê di 25ê Mijdara 2022an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan û jinan, kampîna 16 rojî ya rûbirûbûna tundiya li hember jinan radigiînin. Kampîn hevdem e li gel wê kampîna ku Neteweyên Yekbûyî li ser asta cîhanê dike. Kampîn ji 25ê Mijdarê ve dest pê dike û heta 10ê Kanûnê berdewam dibe.
Li gor daneyên Rêveberiya Rûbirûbûna Tundiya Dijî Jinan a Herêma Kurdistanê, di sala 2021an de li Herêma Kurdistanê 24 jin hatine kuştin û 61 jinan jî xwe kuştine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse