Baregeha Barzanî: Ebadî kesekî bêwefa bû, pêşmerge planên wî yên qirêj binax kirin

26-03-2019
RÛDAW
Nîşan Baregeha Barzanî Heyder Ebadî Kurdistan Pêşmerge Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baregeha Serok Mesûd Barzanî bersiva gotinên Heyder Ebadî yên di bernameyeke televîzyina Dicle TVyê kirine de da û ragihand: “Aêiyên ku Ebadî wan bi tundrew wesif dike, aliyên niştîmanperwer û dilsoz in, ew aliyên rêkevtinê bi Ebadî re dikin jî xayîn û welatfiroş in.”

 

Baregeha Barzanî, bersiva axaftina  yek ji serokên firkisyonên di nav perlemana Îraqê de Heyder Ebadî da ku li hemberî gelê Kurdistan, Pêşmerge û Kerkûkê de gotinên ne bicih kiribûn.

 

Daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatiye belavkirin bi vî awayî ye:

 

“Yek ji serokên firkisyonên di nav perlemana Îraqê de Heyder Ebadî roja Şemiyê (23.03.2019) di bernameyeke Dicle TVyê de mixabin hinek gotinên ne bicih derbarê gelê Kurdistan, Pêşmerge û Kerkûkê de kirin ku mebest û armanca wan gotinan ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî têkdana seqamgeriya erênî ya piştî hilbijartinên Iraqê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bû.

 

Pêkhateyên Iraqê di hilbijartinan de Ebadî û hemû aliyên ku dixwestin şerê navxwe derbixin, bi hev re jiyanê têk bidin û li hemberî gelê Kurdistanê kinder, destûra bingehîn binpê kirin û li Kerkûk û Xurmatoyê tawanê şer kirine ceza kirin. Di heman demê de gelê Kurdistanê di hilbijartinên parlamentoyê de ligel Pêşmerge hevkarî kir û berevaniya Kurdistanê kir.

 

Ebadî kesekî bêwefa ye li beramberê Pêşmerge û gelê Kurdistanê. Eger Pêşmerge neba kesekî wek wî dê ti caran Mûsil nedîta û serkeftina li Musilê ji bo xwe bidize û pê bi navê xwe bide.

 

Ji aliyê gelê Kurdistanê ew aliyên ku Ebadî wan bi tundrew wesif dike, aliyên niştîmanperwer û dilsoz in, ew aliyên rêkevtinê bi Ebadî re dikin jî xayîn û welatfiroş in. Ji bo me jî nêrîn û dîtina gelê Kurdistanê girîng e. Ti girîngî û nerxê aliyên kîndar nîne.

 

Hêzên Pêşmerge çawa xwenên neyar û rejîmên berê xistine di nav goran de bi heman awayî xwen û planên genî yên Ebadî jî xistin di nav gore de. Ebadî ji her kesî baştir dizane Pêşmerge çi bi serê wî û planên wî anîne.

 

Divê hemû alî vê yekê baş bizanin ku niha rewşeke nû li Iraqê heye û nabe kesên kinder, yasayan binpê dikin kin xweperest bibin xwedî rol. Qonaxa nû qonaxa berpirsiyarî, bihêzkirina jiyana hevbeş, pêkanîna wekhevî û hevsengî û lihevkirinê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst