Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Herêma Kobaniyê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Îbrahîm Mislim, li gel rûspiyên eşîrên Kobaniyê bi Parêzgarê Helebê re civiya.
Piştî civînê, 10 dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Dêr Hafirê hatibûn girtin, hatin berdan.
Îbrahîm Mislim ji Rûdawê re da zanîn ku ew ji bo berdana hemû dîlan hewl didin.
Mislim her wiha qala pirsgirêka kehrebeyê kir û got ku ew li ser çêkirina kehrebeya Kobaniyê xebitîne.
Wî da zanîn ku amûrên kehrebeya Kobaniyê yên li Bendava Tişrînê demeke dirêj e nehatibûn guhertin û têk çûbûn.
Mislim diyar kir ku wan ew xeta ku avê digihîne Kobaniyê jî li gundê Şêxlerê çareser kir.
Dîmenên taybet ên berdana dîlan ji Rûdawê re hatin şandin.
10 şervanên HSDyê ku di destê Artêşa Ereban a Sûriyeyê de dîl bûn, gihîştin Kobaniyê.
Xelk li derdora wan dîlan kom bûye û pirsa zarokên xwe ji wan dike.
#VÎDEO - 10 dîlên HSDyê yên ji Kobaniyê hatin berdan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 26, 2026
💢 Birêvebirê Herêma Kobaniyê yê hikûmeta Sûriyeyê Îbrahîm Mislim li gel rûspiyên eşîrên Kobaniyê bi parêzgarê Helebê re civiya
💢 Piştî civînê 10 dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ku li Dêr Hafirê hatibûn girtin,… pic.twitter.com/sUA9nnGLqR
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse