Amerîkayê sersaxî ji Herêma Kurdistanê re xwest

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Marco Rubio Mesrûr Barzanî Îran Pêşmerge Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di pêywendiyeke telefonî de bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re axivî.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio sersaxî ji Herêma Kurdistanê û xizmên Pêşmergeyên ku di êrişa Îranê de şehîd ketibûn re xwest.

Marco Rubio her wiha êrişa mûşekî ya Îranê ya li Hêza Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman:

"Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio sersaxî ji me re xwest.

Wî hevxemiya xwe ya ji bo Pêşmergeyên şehîd nîşan da û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan ducare kir."

Mesrûr Barzanî her wiha ragihand ku ew li ser çend mijarên din jî axivîne û da zanîn:

"Di mijareke din a gotûbêjê de me pêywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û pirsgirêkên aborî nirxandin."

Şehîdketina 6 Pêşmergeyan

Îranê 24ê mehê bi mûşekên balîstîk êrişî Hêza Pêşmergeyan a li Îdareya Serbixwe ya Soranê kir.

Di encamê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyan bûbû.

Nêçîrvan Barzanî li wir ragihand ku Îranê qebûl kiriye ku xeletiyek hatiye kirin û ew lêkolînê dikin.

Barzanî eşkere kir ku ew wekî Herêma Kurdistanê niha li benda bersiva Îranê ne.

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê

Li ser pêywendiya telefonî, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî daxuyaniyek da û got:

"Wezîr Rubio êrişên Îranê yên ku didomin bi tundî şermezar kirin.

Wî her wiha êrişên milîsên terorîst ên Îraqî yên nêzîkî Îranê yên li dijî welatiyên Amerîkayê û binesaziya enerjiyê ya li seranserî Îraqê şermezar kirin."

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Ev spasî ji ber wê yekê hatiye kirin ku rê bi gihîştina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo bazarên cîhanê tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst