KERKÛK - Boriya petrolê hate teqandin

26-04-2017
Sîrwan Ebas
Nîşan Petrol Kerkûk Polîs
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê boriyeke petrolê bi bombeyekê vedayî hate teqandin lê tîmên agirvemirandinê zû destwerdana bûyerê kirin.  

 

Rêveberê Polîsê Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand; “Îro danê sibê 26-04-2017, boriyekê petrolê ya di navbera gundê Dirkeya Ereb û Sartkê ya nahyeya Sergeranê de hate teqandin û agir pê ket.”

 

Rêveberê Nahyeya Sergeranê Loqman Husên jî da znaîn, ku demjimêr 02.30ê îro danê sibê bi rêya bombeyekî vedayî xeta boriya ku diçe Kêlgeha Bay Hesen hatiye teqanidn û tîmên wan zû gihiştine cihê bûyerê.

 

Loqman Husên diyar kir, ku di dema destwerdanê de mayineke din di tîmên wan de teqiye lê ti ziyaneke canî peyda nebûye.

 

Husên got; “Demjimêr 03:30 tîmên me gihitşine û bi temamî agir hatiye kontrolkirin. Niha ji bo veguhestina petrolê ev borî tê çêkirin.”

 

Berpirsê Pêwendiyên Şîrketa Kargrûbê Hacî Roj jî got; “Tîmên me nija vê boriyê temîr dikin. Proseya berhemanîn û hinartina petrolê berdewam dike û rewş aram e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst