Mela Bextiyar aşkere kir: Referandum di meha 8 an jî 9 de dibe

26-04-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Mela Bextiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê pilebilind ê YNKê Mela Bextiyar ragihand, dê îsal li Başûrê Kurdistanê referendum ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bihê kirin û da xuyakirin, meha 8 an jî 9 ji bo referandumê baş e.

 

Li bajarê Helebceyê yê Herêma Kurdistanê îro çarşembî 26ê Nîsanê semînarek bi navnîşana Paşeroja Kurdistanê Piştî Şerê DAIŞê birêve çû.

 

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, beşdarî di vê semînareê de kir.

 

Mela Bextiyar di semînarê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê axivî û zanyariyên nû aşkere kir.

 

Di axavtina xwe de, Mela Bextiyar derbarê referandumê de ragihand: “Belê referendum dê were kirin û bi bextewerî ve di civînên me yên li gel PDKê de, me li ser prensîpan hevbeş li hev kiriye.”

 

Wî berpirsê YNKê amaje bi dema referandumê kir û got: “Bi awayekê texmînî, dema referandumê li ber çavê me ye, ku di meha 8 an jî 9 de dê demek baş be.”

 

Mela Bextiyar tekez kir: “Cihê keyfxweşî û bexteweriyê ye ku ti partiyek li Kurdistanê tine ye, ku zêdebarî ciyawaziyên siyasî û îdeolojîk , piştevaniyê li referandumê û serxwebûnê nekiribe.”

 

Ji aliyekê din ve, îro Polîtboruya YNKê di civîna xwe de jî behsa referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Endamê Polîtboruya YNKê Seidî Ehmed Pîre di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Êvariya îro çarşembî Polîtboruya YNKê civiya, beşa duyem a civînê jî maye û ji ber wê jî roja pênşembî 27ê Nîsanê cardin Polîtboruya YNKê dê bicive.”

 

Herwiha Hakim Qadir Hemecan endamekî din ê Polîtboruya YNKê jî ji medyayên partiya xwe re gotiye, di civîna îro ya YNKê de mijarên weke “referendum û pêwendiyên navbera aliyan” hatiye gotûbêjkirin.

 

Hakim Qadir Hemecan herwiha destnîşan kiriye: “Em referandumê ji bo serxwebûnê dikin û vê yekê jî bi mafê xwe yê rewa dizanin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst