Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rûsyayê îro li taxa Tey a bajarê Qamişlo dest bi tevgerê kirin û dewriyeyeke leşkerî pêk anîn û li cade û kolanên taxê geriyan. Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser jî bi hêzên Rûsî re bûn.
Peyamnêra Rûdawê ya li Qamişlo, Vîviyan Fetah îro ragihand ku piraniya Taxa Tey ketiye jêr kontrola hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û tenê çend kolanên taxê di destê milîsên hikûmeta Sûriyê de mane.
Çavkaniyên medyayî yên nêzîkî Rêveberiya Xweser jî ragihandine, ku ji taxa Tey tenê Dibistana Ebbas Ellawî û çend kolanên derdorê û depoya avê di kontrola milîsên Berevaniya Niştimanî de mane.
Piştî ku piraniya Taxa Tey a bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ve ji milîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê hat paqijkirin, hêzên Rûsyayê bi hemahengî li gel hêzên Asayişê dewriyeyeke leşkerî li taxê pêk anîn.
Li gor zanyariyên Rûdawê, karwaneke hêzên Rûsî ku ji çend wesayitan pêk dihat, ji bo şopandina rewşa dawî ya taxê li cihên ku xalên leşkerî yên hêzên Asayişê lê ne û herwiha li nêzîkî dibistana Ebbas Ellawî û depoya avê geriyan.
Herwiha du helîkopterên Rûsyayê jî ji nêzîk ve bi ser esmanê bajêr û taxa Tey de geriyan.
Piştî şer û aloziyên wê dawiyê yên li Taxa Tey, ew yekemîn dewriyeya hêzên Rûsî li herêmê ye.
Her îro li ser banga Asayişa Rêveberiya Xweser ku daxwaz kiribû, şêniyên taxê vegerin ser malên xwe, ji demjimêrên sibeha îro ve wesayitên sivîlan ji çerxerêya El-Wehdê ya Qamişlo bi rê ketin û di jêr tedbîrên ewlehiyê de xelkê ku ji ber şerê wan çend rojan ji taxa Tey koçber bûbûn, vegeriyan taxa xwe.
Asayişa Rêveberiya Xweser ji bo vegera xelkê bo taxê tedbîrên xwe yên ewlekariyê wergirtin û hejmara hêzên xwe li taxê zêde kirin.
Ew yek di demekê de ye, ku duh şev tevî ragihandina agirbestê ji aliyê Asayişa Rojava ve, çend caran agirbest hat binpêkirin û di navbera herdu aliyan de şer derket.
Asayişa Rêveberiya Xweser duh şev di daxuyaniyekê de ragihand, “bi garantoriya Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) û Rûsyayê, li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û milîsên hikûmeta Sûriyê de, bi mercê ku ti binpêkirin li hember hêzên Asayişê neyên kirin, agirbestek herdemî hat ragihandin.”
Aloziyên vê dawiyê yên li Qamişlo ji şeva Sêşemê 20ê Nîsanê derdora demjimêr 22:00an ve dest pê kirin.
Asayişa Rêveberiya Xweser wê demê ragihand, ku milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve destpêkerê şer bûne û diyar kir, şeva Sêşemê 20ê Nîsanê hejmarek ji çekdarên Berevaniya Niştemanî teqe li rêbendeke Asayişê li Filkeya el-Wehde kirin, ku di encamê de endamekî Asayişê bi navê Xalid Hacî jiyana xwe ji dest dan
Piştî wê bûyerê şerekî giran di navbera herdu aliyan de derket ku navber bi navber heya îro berdewam bûn, û di şer de car caran çekên giran jî hatin bikaranîn.
Li gorî amarên nexweşxaneyên Qamişlo 3 kesan jiber şer û aloziyên wê dawiyê li Qamişlo canê xwe ji dest dane, ku 2 jê zarokên 10 û 12 salî ne û yek jî endamekî asayîşê ye. Herwiha ji destpêka şer ve 5 kesên sivîl jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse